Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin 2022-03-10 18:51:21     RIHA - Duh li navçeya Halîliye ya Rihayê du polîs miribûn. Hat ragihandin ku kesê bi navê Mehmet Aslan ku tê gotin wî her du polîs 'kuştine' jî hatiye kuştin.    Duh li navçeya navendî Halîliye ya Rihayê li Kolana Mevlanayê 2 polîsên sivîl bi çekê bi giranî birîndar bûbûn û li nexweşxaneyê miribûn. Li gor îdiayê kesê çek li polîsan teqandiye kesê bi navê Mehmet Aslan e. Hat diyarkirin ku polîsan li taxa Kaynakli ya li ser rêya Riha-Mêrdînê, Aslan kuştiye.   Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku Aslan hatiye kuştin.