Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû 2022-03-10 18:57:51     MÊRDÎN – Derbarê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Lêpirsîn ji ber nûçeyên wî û parvekirinên wî yên li ser medyaya sanal hatiye destpêkirin.    Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de lêpirsîneke nû hat destpêkirin. Ji bo îfadeyê gazî Kanbal hatiye kirin. Hat diyarkirin ku bi îdiaya "gel ber bi dijminatî û kerbê ve tehrîk dike" lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Ji bo lêpirsînê wekî hincet jî nûçeyên ku Kanbal çêkirine û parvekirinên wî yên li ser medyaya sanal hatine nîşandan.