Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê 2022-03-11 09:05:09 STENBOL - Hat diyarkirin ku ciwanê kurd Naîm Ozturk ê ku çûye Sirbîstanê, li vir qaçaxçiyên mirovan ew avêtine Çemê Tîsayê. Malbat 108 roj in tu xeber ji Ozturk negirtine.    Tê gotin ku li bajarê Sûbotîcayê yê Sirbîstanê qaçaxçiyên mirovan Naîm Ozturk (27) ê ji Gimgima Mûşê avêtine çem. Malbat 108 roj in tu xeber ji Ozturk negirtine. Malbata wî dibêje ku kurê wan di 19'ê Mijdara 2021'ê de ji Stenbolê bi balafirê çûye Bosnayê û ji wir jî di heman rojê de çûye bajarê Sûbotîcayê yê Sirbîstanê û li vira qaçaxçiyên mirovan ew avêtine Çemê Tîsayê.    Li gor îdiayan Ozturk di 21'ê Mijdarê de li bajarê Sûbotîcayê li Otêla Casa Sîmonê maye. Tê gotin ku Ozturk li vira bi beranberiya ku wî û zarokên wî bibin Almanyayê 15 hezar Euro daye Mûstafa Ozgulê ku serçete Hanîfe Yucel ew pê daye naskirin.   Tê gotin ku Ozgul jî Ozturk wekî xwarziyê xwe bi Yûnûs Akkoyûn daye naskirin. Li gor îdiayê Ozgul jî wê biçe Almanyayê û ji vo vê ji Yûnûs Akkoyûn re gotiye dê biçe pereyê Hanîfe Yucelê ya ku zarokên wî şandine Almanyayê bide û bi vî awayî ji otêlê derketiye. Tê gotin ku Ozgul, Naîm Ozturk wekî "temînat" nîşan daye.    Ozgul, gotiye dê biçe pismamê xwe ji balafirgeha Belgradê bigire û piştî çûye hew vegeriyaye otêlê. Li ser vê Akkoyûn bi rêya Whatsappê peyam ji Ozgul re şandiye û gotiye Yucelê telefonî wî kiriye û doza pereyê xwe kiriye. Piştî vê Akkoyûn peyameke bi deng ji Ozgul re şandiye û gotiye, "Xalo, ez ê telefonî jinikê bikim û bibêjim zilam rahiştiye çenteyan û çûye, bila haya te jê hebe."    Me xwe gihand peyamên bideng ên Akkoyûn. Li gor peyaman Ozgul ji ber ku pereyê diviyabû bidana Hanîfe Yucelê nedaye ji otêlê derketiye û Ozturk jî wekî rehîn daye Akkoyûn. Akkoyûn di peyamên xwe de ji Ozgul re gotiye "Ger tu biçî, va xwarziyê te li cem min e. Em ê wî dîl bigirin, heya tu bêyî. Xalo, ger niyeta te û golavêtinê hebe bibêje."    Di berdewama peyamê de Akkoyûn ji Ozgul re gotiye Yucelê li benda wî ye û ji ber vê Ozturk dane sekinandin û gotiye: "Tu rabûyî te çenteyên xwe hilgirtine û tu çûyî. Te tiştek ji min re negot û tu çûyî. Min te wekî emabetgir danîbû vira. Kurik li vira ye. Dibêje ger telefonê veneke dê telefonî bavê xwe bike."    Akkoyûn di berdewama peyama xwe de ji Ozgul re ev tişt jî gotine: "Keko were, ez li benda te me. Heya tu neyê dê ev kurik neçe cihekî jî. Li qisûrê nenêr em ne zarok in. Heya tu neyê dê ev kurik li vir be. Ozturk jî ji telefona Akkoyûn peyamekê ji Ozgul re şandiye û gotiye, "Tu li ku derê yî Mûstafa keko, çima tu bersivê nadî? Em ji sibehê de li te digerin." Paşê Ozturk jî peyameke bi deng şandiye û gotiye, "Keko ji min re nenivîse, peyama bi deng bişîne."    FÎDEY XWESTIYE   Piştî vê Ozturk bi şev telefonî birayê xwe Giyasettîn Ozturk kiriye. Birayê wî pêwendiyê bi Akkoyûn re daniye û Akkoyûn jî xwe wekî Yûnûs Emre daye naskirin û 15 hezar euro fidye xwestiye.    BALYOZXANEYÊ MUDAXILE NEKIRIYE   Giyasettîn Ozturk, di 22'yê Mijdara 2022'yan de gava xeberê ji birayê xwe negirtiye serî li Balyozxaneya Tirk a Sirbîstanê daye. Balyozxane ji Oztruk re gotiye gava gilî bike dê bi Înterpolê karibin mudaxile bikin.    EW AVÊTINE ÇEM   Paşê Ozturk birine mala Yucelê. Li gor peyamên bideng, Yûnûs Akkoyûnê ku li gel çeteya ku Ozturk avêtiye çem hereket kiriye, di 7'ê Çileyê de li bajarê Keil ê Almanyayê li Midûriyeta Polîsan a Federal îfade daye û diyar kiriye ku çeteyan Ozturk avêtiye Çemê Tîsayê.    SERLÊDAN   Mehmet Alî Ozturk ku piştî tu xeber ji kurê xwe negirtine, li gor tiştên kurê wî Ozturk jê re gotine di 25'ê Mijdarê de serî li Dozgeriya Komarê ya Gimgimê daye û bira Giyasettîn Ozturk jî ji bo birayê wî bi Înterpolê bê dîtin di 26'ê Mijdarê de bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Gimgimê didedaye. Bira Ozturk 3 caran serî li CÎMER'ê û Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Belgradê jî dide.    Lê hat hînbûn ku heya niha ji bo dîtina Ozturk tu tişt nehatiye kirin.    Piştî vê bira Ozturk çûye Sirbîstanê û li vira serçete Yucel a bi kodnav û endamên çeteyê yên din deşîfre kirine. Ozturk kesê wekî xalê xwe daye naskirin şandiye cem Akkoyûn û bi heman telefonê telefonî Hanîfe Yucel û Mûstafa Ozgul kiriye. Di hevdîtinê de dengê xalê Ozturk, Yucel, Akkoyûn û Ozgul hatine tomarkirin. Li gor gotinên Akkoyûn û Ozgul, çeteyan Ozturk avêtiye çem. Her wiha di hevdîtinê de endamên çeteyê sûc xistine stuyê hev du.    ‘GER DOZ BÊ VEKIRIN EZ Ê HER TIŞTÎ BIBÊJIM'   Têkildarî van îdiayan me xwe gihand Akkoyûnê ku niha li Almanyayê ye. Akkoyûn, diyar kir ku tevî qaçaxçiyên mirovan ên di bin banê Hanîfe Yucelê de tevnegeriyaye û ji bo biçe Almanyayê çûye Sûbotîcayê. Akkoyûn, îdia kir ku Yucelê soz daye wî ku dê wî bişîne Almanyayê, lê ji ber ku pereyê wî kêm bûye ev yek hinekî bi derengî ketiye. Her wiha me qeyda dengî wî ku tê de dibêje "Me Naîm renîn girtiye" jî jê pirsî. Akkoyûn, derpêş kir ku ji ber ku adis bûye bi henekî ev tişt gotiye. Akkoyûn, bilêv kir ku ger derbarê windakirina Ozturk de doz bê vekirin çi zanibe wê bibêje.    BERSIV NEDAN   Me bi rêya telefonê xwe gihand serçete Hanîfe Yucelê jî. Yucelê diyar kir ku naxwaze derbarê Naîm ozturk de biaxive û telefonê girt. Her wiha Suleyman Başibuyuk jî ku li gor îfadeya Akkoyûn wî Ozturk avêtiye çem, got naxwaze biaxive û derpêş kir ku ev îdia ne rast in."    Her wiha Reşît Akyapi jî ku tê gotin ew jî di nav kesên ku Ozturk avêtine çem de bûye, hat diyarkirin ku gava hewl daye biçe Tirkiyeyê li balafirgehê fîşek li ser wî hatine dîtin û ji ber vê hatiye girtin.    Giyasettîn Ozturk anî ziman ku van kesan birayê wî winda kirine û got: "Her tişt di heman şevê de qewimî. Ez 3 caran bi Yûnûs (Akkoyûn) re axivîm. Fîdye ji min xwest. Du caran jî telefonê li ser çavê min girt. Got, muxatabê te ne ez im. Min lavayî kirin, min got zirarê nedin birayê min û pereyê ku Ozgul nedaye we ez ê bidim we, lê guh li min nekirin. Ji ber Ozgul birayê min avêtin çem. Du meh in ez li Sirbîstanê me. Min hemûyan yeko yeko dît. Ez navê wan ê rastîn jî hîn bûm. Min li vir giliyê wan kir. Her wiha min parêzer jî girt. Lê baş alîakriya min nakin. Heya niha tu tişt daxilî nava dosyeyê nehatiye kirin."    ŞÎRKETA QAÇAXÇIYÊN MIROVAN   Ozturk, destnîşan kir ku heya niha ji bo dîtina birayê wî tu tişt nehatiye kirin û ne dewlet ne jî balyozxane alîakriya wan nekirine. Ozturk, bilêv kir ku ji bo birayê xwe çûye balyozxaneyê, lê balyoz ji wî re gotiye "Em ji bo derxistina nasname û ewraqan li vira ne." Ozrturk, diyar kir ku Yucel û Başibuyuk hê jî li Sirbîstanê ne û ev kesên dixwazin ji Tirkiyeyê biçin Ewropayê tînin Sirbîstanê. Ozturk, derpêş kir ku Başibuyuk şîrketeke bi navê Amed Group ava kiriye û bi rêya vê şîrketê vexwendnameyê ji kesên li Tirkiyeyê re dişîne û bi vî awayî kesan tîne Sirbîstanê.    MA / Mehmet Aslan