Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin 2022-03-11 09:05:10 MÊRDÎN - Di sala 1992'yan de li Nisêbînê gel piştî pîrozbahiya Newrozê bi rojekê li hemberî komkujiyên li Şirnex û Cizîrê daketibû kolanan. Şahidên komkujiyê, bang kirin ku Newroz bi ruhê 92-93'yan bê pîrozkirin.  Pîrozbahiyên Newroza 1992'yan ji bo kurdan heyameke girîng e. Kurd tevî hemû komkujiyan jî agirê "serîhildanê" vêxistibûn. Li Şirnex û Cizîrê di dema pîrozbahiyan de gel hatibû gulebarankirin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabû. Berevajî Şirnex û Cizîrê pîrozbahiya li Nisêbînê bi awayekî aram hatibû kirin. Lê piştî ku xebera komkujiyên li Şirnex û Cizîrê gihaştibû Nisêbînê, a din a rojê gel daketibû kolanan. Gelê Nisêbînê di 22'yê Adarê de ji bo şermezarkirina komkujiyan daketibû kolanan û piştî demekê her çûbû girse zêdetir bûbû li ser Pira Şehîdan. Piştî dora girseyê hatibû dorpêçkirin, girseyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Vê carê heman tişta li Şirnex û Cizîrê li Nisêbînê jî hatibû kirin. Polîsan gel guleberan kiribûn û bi panzerêan bi ser gel de çûbû. Li gor hejmarên fermî 16, li gor şahidan jî 21 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn.    Kesên di çalakiya protestokirina komkujiya 1992'yan de birînra bûbûn û kesên şahidên wê demê behsa wan rojan kirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kirin.    YUCE: GEL LI BER XWE DA   Bahattîn Yuce, wê demê 17 salî bûye û panzêr di ser nigê wî re derbas bûye û ji ber vê seqet bûye. Yuce, bilêv kir ku cihê edliyeya niha wê çaxê qada Newrozê bûye û gava girse ber bi wir ve çûye, bi panzêran pêşiya wê hatiye girtin. Yuce, destnîşan kir ku wê kêliyekê polîsekî fermana gulebarankirinê daye û ji girseyê westiye belav bibe. Yuce, bilêv kir ku lê girse guh lê nekiriye û got: "Bera ciwanekî dan. Lê dîsa jî mirov nereviyan."    Yuce, anî ziman ku kesa ewilî bi panzêrê hatiye eciqandin û jiyana xwe ji dest daye Ayla Er bûye. Yuce, bilêv kir ku piştî eciqandina Ayla Erê êdî eks kesî nediye. Yuce, destnîşan kir ku kesên ji ber gulebaranê û panzêrê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne dîtine û got: "6 mehan derûniya min nebaş bû, xew bi çacê min nedikete." Yuce, destnîşan kir ku nigekî wî jî di bin panêzêrê de maye û got: "Tam 4 saetan nehiştin kes tevbigere. Ne ambulans ne jî tiştekî din. Gelek birîndar hebûn. Ên ketin çem hebûn. Hin jê di çem de çûn. Min ew dîtin. Cîranê me Abdûllah Afşîn hebû. Birîndar bû. Min xwest wî hilgirim. Birayê wî Ramazan hatibû. Xwe avêtibû ser cenazeyê birayê xwe. Gava panzêr hat me xw ebera bin pirê da. Dayikekê nigê min pêça. Nehiştin kes biçe cihekî. Ji hewşa nexweşxaneyê bera gel didan. Paşê gava şiyar bûm min dît ez li enxweşxaneyê me."   ‘EM Ê AZAD BIBIN'   Yuce, têkildarî pîrozbahiyên îsal jî anî ziman ku dixwazin li Nisêbînê, Botan, Serhed û her derî Newroz bê pîroz kirin û got: "Ev heqê me ye. Ne qedexe ye. Qedexe be jî gava her kes li gor quweta xwe pîroz bike, em ê kêfxweş bibin. Newroza 2022'yan dê bibe serkeftina gelê me, em ê azad bibin, înşelleh."    ‘XWESTIN BERSIVÊ BIDIN'   Ji şahidên Newroza 1992'yan Nezîr Saraç jî diyar kir ku gel ji bo bersiva komkujiyên li Şirnex û Cizîrê bide daketiye kolanan û amîrê polîsan ji gel re gotiye" Pirsgirêkeke me ya bi navê kurd tune ye, derdê em bi PKK'ê re heye. Bila her kes biçe mala xwe." Saraç, bilêv kir ku lê gel guh li vê nekiriye û meşiyaye û panzêran li ser pirê dora gel dorpêç kiriye. Saraç, destnîşan kir ku li wir gel bi panzêran hatiye eciqandin û hatiye gulebarankirin û got: "Wezîrê Karên navxweyî malavayiya Nisêbîniyan kiribû ji ber ku prîozbahiya li Nisêbînê bia wayekî aram hatibû kirin. Lê li Şirnex û Cizîrê gel hatibû qetilkirin. Mirovan wê çaxê xwe wekî 'kesên îxanet kiribin' hesibandin. Ji bo bersiva vê bidin daketin kolanan. 18 kes şehîd ketin."    Saraç, ji bo pîrozbahiya Newroza 2022'yan bang li gel kir û got: "Em serî netewînin û Newrozê pîroz bikin."    ‘FERMAN BÛ'   Ji şahidên Newroza wê çaxê Mûkkader Kûrt jî diyar kir ku gava bûyer rû dane li kurê xwe geriyaye û got: "Gava komkujî çêbû, kurê min li ser pirê bû. Xwe avêtibû avê û wilo xelas bûbû. Cîranê me ew ji avê derxistibû. Cîranê me kincên wî guherandibûn û ew şandibû malê." Kûrt tiştên wê demê wekî "ferman rabûbû" pênase kirin û got: "Ên şehîd ketin, ên birîndar bûn, ên bi avê de çûn... Ferman bû. Me dua dikir ku ew roj biqede, bes bê."    Kûrt, bilêv kir ku li bendê ye ku Newroza 2022'yan bi coşeke mezin bê pîrozkirin û bang li her kesî kir ku tevli pîrozbahiyê bibe.    ‘EM BI RUHÊ 92-93'YAN PÎROZ BIKIN'   Ji şahidên wê demê Latîf Ûgûr jî got: "Tanq û topên gel tune bûn, tenê tiliyên wan hebûn. Nîşana serketinê kirin. Mirovan bi dirûşmeyên xwe peyam didan."   Ûgûr ji bo Newroza 2022'yan bang kir û got: "Em Newroza îsal bi ruhê 1992 û 1993'yan pîroz bikin."    MA / Ahmet Kanbal