Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan 2022-03-11 12:14:48 ÎZMÎR - Girtiyê bi navê Erol Balci ku ji sedî 80 astengdare û li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê tê ragirtin, tevî ku cezayê wî xelas bûye jî nayê berdan.  Girtiyê bi navê Erol Balci ku ji sedî 80’ê astengdar e û li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvrî ya Stenbolê tê ragirtin, nayê berdan. Balci, di sala 2016’an de li Stenbolê hate binçavkirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê”, 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Diviyabû Balci di cotmeha 2021’an de bihata berdan lê belê hêj ev cezayê wî xelas nebûbû ku vêcarê jî bi hinceta “nasnameya sexte bi kar aniye”, di kanûna sala 2020’an de salek û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bi vê hincetê nehêlan Balci were berdan û di vê pêvajoyê de jî çavê wî yê rastê li girtîgehê kor bû. Balci ku bi alîkariya hevalên xwe yên qawîşê sexbêra xwe dike, gelek daxwazname dan lê tevek jî hatin paşguhkirin. Daxwaznameyên ku malbat, parêzeran û Balci bi xwe dayîn jî heta niha nehatine bersivandin.    NIKARE SEXBÊRA XWE BIKE   Kekê Erol Balci, Ferzan Balci têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û da zanîn ku herî dawî di nava hefteyê de bi birayê xwe re axiviye û ev agahî dan: “Birayê min bi tena serê xwe nikare tiştekî bike. Beriya ku bikeve girtîgehê, ji xwe di çavên wî de pirsgirêk hebû. Piştî ku ketî girtîgehê jî, çavê wî yê rastê kor bû. Ji sedî 80’ê astengdar e û rapora wî heye lê nayê berdan. Dema diçim hevdîtina wî, bi alîkariya hevalên xwe tê cihê hevdîtinê. Ev bû 3 meh ku li Sîlîvriyê ava germ nayê dayîn. Xwarin kêm tê dayîn û hewcehiyên wan pêşwazî nakin. Ji bo berdana wî me gelek caran serlêdan kirin. Lê ne bi erênî û ne jî neyînî tu bersivek nehat dayîn. Qet nebe bila derxin hefsa malê da ku em bikarin lê binêrin.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Di berdewamê de Balci anî ziman ku li girtîgehan rewşeke dijmirovî heye û wiha bi dawî kir: “Malbatên girtiyan perîşe bûne. Girtî, terkî mirinê hatine kirin. Hinek girtiyan cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan. Dozgerê Sîlîvriyê hiqûqê nas nake û li gorî serê xwe tevdigere. Mirov, dîl hatine girtin. Bi taybet jî zextê li girtiyên siyasî dikin. Em dixwazin ku tecrîd û zexta li ser girtiyên siyasî bi dawî bibe. Ev mirov li hundir dimirin. Em dixwazin ku dengê me bigihije her deverê. Bila piştgiriyê bidin me. Bila destê xwe deynin ser wijdana xwe û van mirovan berdin. Bila wekî mirovan nêzî girtiyan bibin. Nexwe ev rewş dê ber bi cihekî cuda ve biçe. Em jî dê lê pêşiya girtîgehan dest bi rojiya mirinê bikin. Em jî dê bikevin nava liv û tevgerê.”