Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin 2022-03-11 12:37:22   RIHA - Şandeya dadgehê biryar da ku di doza xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Hamdullah Bayram de şahid bê guhdarîkirin.    Derheqê xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Hamdullah Bayram de, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna doza Bayram îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate dîtin. Bayram û parêzerê xwe Mîkaîl Yavûz beşdarî danişînê bûn.    ÎDIA DERVEYÎ AQILIN    Danişîn, bi tespîtkirina nasmeyê dest pê kir. Piştre jî şandeya dadgehê îdiayên E. A ên derheqê rojnameya Ozgur Gundemê de ku AYM’ê ji bo girtina wê “biryara binpêkirinê” dabû ji Bayram pirsîn. Bayram, diyar kir ku di dîroka behsê xeberê de rojnameya Ozgur Gundemê hatibû girtin û wê demê xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bû. Bayram, da zanîn ku ew îdia îdiayên bêbingehin û diyar kir ku kesê bi navê E. A. jî nas nake.    Parêzer Mîkaîl Yavûz jî diyar kir ku E.A. îdiayên xelet dide û xwest ku E.A. di danişîna din de were guhdarkirin.    Şandeyê daxwaza parêzer Yavûz qebûl kir û xwest ku E.A. di danişîna din de were guhdarkirin. Şandeya dadgehê danişîna dozê taloqî 14’ê îlona 2022’yan kir.