Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da 2022-03-11 13:03:57 AMED - Bedrî Çakmak ê ku li girtîgehê bi nexweşiya penceşêra mîdeyê ket û sala par bi derengî hat berdan, jiyana xwe ji dest da.  Bedrî Çakmak li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê ku girtî bû, bi nexweşiya penceşêra mîdeyê ketibû û sala par bi derengî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da. Gelek zeîf bûbû û di encama hewldanên hatin kirin de sala 2021’an înfaz ango cezayê wî hat taloqkirin û hatibû berdan. Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED), wefata Çakmak ji raya giştî re ragihand.    MED TUHAD-FED’ê li ser hesabê xwe yê Twitterê mirina Çakmak ragihand û vê peyamê belav kir: “Di pêvajoyek wiha de ji girtîgehan yek bi yek cenaze derdikevin û îro jî me xeberek nexweş bihîst. Girtiyê nexweş Bedrî Çakmak ê 11 sal in di girtîgehê de bû jiyana xwe ji dest da. Tevî nexweşiya wî ya giran û rapora nikaribû di hepsê de bimîne hebû jî di sala 2021’an de cezayê wî hat taloqkirin û hat berdan.    Ji mirina Bedrî Çakmak îktidar berpirsiyar e. Em wezîfedaran vedixwînin berpirsiyarê. Em ji malbata Bedrî Çakmak û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Ji bo ku tedawiya girtiyên nexweş bê kirin, divê tavilê bên berdan.”    DUH BI ŞEV JIYANA XWE JI DEST DA    Hat zanîn ku Çakmak duh bi şev jiyana xwe jiyana xwe ji dest daye. Çakmak di tîrmeha sala 2008’an de beşdarî kampanya “Heke ‘Birêz’ sûc be, ez jî dibêjim ‘Birêz Abdullah Ocalan’ û vî sûcî dikim û giliyê xwe dikim” û di vê çarçoveyê de daxwazname dabû dozgeriyê. Bi hêceta vê kampanyayê Çakmak hat girtin. Di 9’ê cotmeha 2008’an de hat berdan û negirtî darizandina wî dewam kir.    JI BERDANA WÎ RE SALEK MABÛ HAT BERDAN    Çakmak di çalakiyên nîsana 2011’an de ku li Amedê li dijî vetokirina 12 parlamenterên kurd rû dan, hat binçavkirin û pişt re hat girtin. Di girtîgehê de bi nexweşiyên wek penceşêra mîdeyê, osteoporoz (helandina hestî) û xitamandina damaran ket. Tevî ku Nexweşxaneyê rapora “nikare di hepsê de bimîne” dabû Çakmak jî nehat berdan û di encama hewldanan de di sala 2021’an de ku salek ji qedandina cezayê wî re mabû, hat berdan. Çakmak tedawiya xwe li derve dewam kir û piştî ku duh bi şev rewşa wî giran bû, jiyana xwe ji dest da.    Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya di 14’ê kanûna 2021’an de hat ragihandin, 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene.