Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene 2022-03-11 15:15:11 AMED - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di civîna bi nûnerên rêxistinên sivîl ên Amedê re diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de 5 prensîbên wan bingehîn hene.  Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Amedê serdanên xwe di roja sêyemîn de berdewam kir. Kiliçdaroglu beşdarî civîna Navenda Lêkolînên Civakî (DÎTAM) ku bi beşdariya nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl hatibû amadekirin bû.    Civîn bi mijara, “Muxalefeta li Tirkiyê û helwesta CHP’ê” hat lidarixstin. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Senaetkaran (DESOB) Alîcan Ebedînoglu, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Borsaya Bazirganiyê Enîn Yeşîl, gelek serok û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî civînê bûn.    VÛRAL: DIVÊ OPERASYONÊN LEŞKERÎ BI DAWÎ BIBIN    Serokê DÎTAM’ê Mehmet Vûral axaftina destpêkê ya civînê kir û mijara “hev helalkirinê” ya Kiliçdaroglu anîbû rojevê bibîr xist û got: “Divê Tirkiye bi raboriya xwe re rûbirû bimîne. Ev mijarek girîng e. Pêwîste dewlet bi komkujiyên 12’ê Îlonê, komkujiya Dêrsimê, 33 Gule, Geliyê Zîlan û Roboskî re hevrû bimîne. Li bajarên herêmê gelê kurd heye. Pirsgirêka zimanê zikmakî ya vî gelî heye. Divê ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî. Mafê vî gelî heye, bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Divê êdî operasyonên leşkerî bi dawî bibin. Çimkî ev operasyon êdî gelekî dipelçiqîne. Hêj nikarin navê Herêma Kudistanê bînin ziman, ev pirsgirêk e. Çikmî navê wir Kurdistana Federe ye. Pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên şênber werin avêtin.”    ‘EM LI DIJÎ QEYÛMAN IN’    Piştî Vûral, Kiliçdaroglu ji beşdaran re axivî. Kiliçdaroglu li ser rewşa feqîrî, bihakirina tiştan û bêkariyê û krîza aborî sekinî û got aboriya Amedê ne bi tenê aboriya Tirkiyê têk çûye.    Kiliçdaroglu destnîşan kir ku divê partiyên siyasî neyên girtin û ev di demokrasiyê de neçare ye. Kiliçdaroglu pirsa, “Li cihek ku daraza serbixwe tune be, hûnê li wir çawa edaletê dabîn bikin” kir û got: “Tu yê bêjî dînê dewletê edalet e û paşê jî rabî edaletê qetil bikî. Yên bi hilbijartnê tên divê bi hilbijartinê biçin. Rêbazên demokratîk ên hilbijartinê hene. Serok şaredar tê bijartin paşê jî qeyûm tayînî şûna wî dikin. Endamên meclisên şaredariyan betal dikî û paşê jî ji me re behsa demokrasiyê dike. Em li dijî vê ne. Em li dijî prensîba qeyûman e.”    Kiliçdaroglu li ser gotinên Serokê DÎTAM’ê Mehmet Vûral got: “Meriv nikare dozek xwînê bigire dest. Divê rûbirûbûna bi van bûyeran re were kirin.”   5 PRENSÎBÊN BINGEHÎN!   Kiliçdaroglu da zanîn ku derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de 5 rêgezên wan sereke ango bingehîn hene û wiha van wiha eşkere kir: “Heke pirsgirêk li ser van 5 prensîbên bingehîn ava bibe, dikare çareser bibe, ev dîtina me ye. A ewil divê em biryar bidin ku pirsgirêkê li ku derê çareser bikin. Pirsgirêk li Meclîsê çareser dibe. Ne cihekî din. Hûn ê qanûnê derxin. Min di Meclisê de jî anî ziman ku dê çawa bibe. Li ser vê mijarê min ji Erdogan re jî nameyek şand. Min nameyek du rûpel şand ka meriv çawa pirsgirêkê çareser dike. Min got divê li parlamentoyê Komîteya Lihevanînê bê avakirin. Di vê komîsyona lihevanînê de divê ji her partiyê bi qasî hev wekîl cih bigirin. Her wiha li derveyî komîsyona lihevanînê komîteyek 'Aqilmendan' bê avakirin. Ji ber vê yekê, divê ev lêkolîn bi hevrêz û hevdemî bin. Ya duduyan, kesê ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike, divê dilpak û rast be. Divê bêje 'Ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim'. Ya sêyem, ev kes wê nebe xwediyê rojeveke veşartî û şexsî. Ya çaran, ew ê nekeve nav karên ku nikaribe ji milet re rave bike. Ew ê derkeve û ji milet re bêje ka çawa kiriye. Pêncem, dema pêvajo berdewam dike hem parlamento û hem jî gel divê bên agahdarkirin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê destekek civakî pêwîst e. Nêrîna me ev e."     Piştî axaftina Kiliçdaroglu, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.