Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin! 2022-03-11 15:22:39 ENQERE - Danişîna Doza Kobanê îro jî berdewam kir. Di danişînê de Gultan Kişanak ev pirs ji şandeya dadgehê kir: “Girteka lêkolînê ya polîsan di 25’ê mijdara 2019’an de hatiye amadekirin. Şahidê nepen ULAŞ jî di 4’ê adara 2020’an de îfade da ye. Lê hevok bi hevok mîna hev e. Erê baş e ev polîs çawa 4 meh beriya îfadeyê girteka xwe amade dikin?”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 10’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 8’an de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.   Di danişînê de her wiha parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), gelek parêzerên jin ên ji bajarên cuda, siyasetmedar Sirri Sakik, rêveberên rêxistina HDP’a Enqereyê yên bajêr û navçeyan û parlamenterên HDP’ê jî amade bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bûn.    BÊHIQÛQIYÊN LI PEY HEV   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê bi rêya SEGBÎSê beşdarî dozê bû û wiha got:“Di vê darizandinê de li pey hev bêhiqûqî tên kirin. Her tişta ku hûn dikin, li ser bêhiqûqiyên heyî xelekeke din zêde dike. Ji dil û can bawer dikim ku kesên ev kompase amade kirine dê di bin vê bêhiqûqiyê de bimînin. Hûn, her cureyên bêhiqûqiyê dikin. Tiştên ku em dikin rast in û ji bo berjewendiyên gelê xwe dikin. Em ê di kirina van tiştan dudil tevnegerin û her bikin jî.”   ‘BILA AQÛBETA POLÎSAN BÊ PIRSÎN’   Di berdewamê de Kişanak diyar kir ku kompasa heyî di sala 2014’an de hatiye amadekirin û wiha pê de çû: “Kê bûyerên Kobanê ku mafekî rewa yê demokratîk e provake kiribin, yên ku ev dosya amade kirine jî ew in. Êdî hûn jê re dibêjin kontrgerîla yan jî hêzên tarî, hûn çi jê re dibêjin bibêjin. Ev kes berpirsyarên bûyeran in. Di serî de Wezîrê Karên Hundir, hemû kes dizane ku ev kompaseke. Dema ku ev kompas ji sergoya wê hatiye derxistin, hewce bû we qebûl nekira. Kesên tenê vêderê ji me gilîdar nînin. Lê hûn bi israr dixwazin veguherînin giliyê. Kesên li vir, dixwazin ku hûn aqûbeta polîsên ku îmzeya wan di bin îfadeyên muştekiyan di sala 2014’an de hene, lêkolîn bikin. Wan, bingeha kompasê amade kir.”   KOMPAS TEŞHÎR KIR   Kişanak, daxuyand ku dema danişîn berdewam dikir, îfadeyê şahidekî nepen hatiye guhdarkirin û wiha berdewam kir: “We îfadeya vî kesî li girteka danişînê zêde kir. Tiştek heye ku jê re dibêjin salname. Dozger di çarçoveya lêpirsîna derheqê min de ji zabiteyên edlî dixwaze ku lêkolînê bikin. Hevok bi hevok her peyvên di lêkolînê de li îdianameyê hatine bicihkirin. Zabitayên edlî dibêjin; ‘Seroka HDP’a Amedê.’ Ez jî ji we dipirsim; gelo we heta niha peywirekî wiha bihîstiye? Di dosyayê de îfadeyên 3 şahidên nepen hene û di 25’ê mijdara 2019’an de hatiye mohrkirin. Û dozger jî ev girtek weke îdianame amade kiriye. Beyanên ULAŞ jî di 4’ê adara 2020’an de hatine mohrkirin. Anku 4 meh piştî girteka lêkolînê. Anku kesê bi navê ULAŞ, 4 meh piştre derheqê min de îfade da ye. Dozger jî ev tişt li wir nivîsine û piştre jî li gorî daxwazê şahidên nepen dîtine û lê zêdekirine. Gul Tanriverdî jî li wir nivîsandine. Nexwe dê ji ku bizaniyan bê ka kê derheqê min de îfade dane? Samî Baran jî di 12’ê kanûna 2019’an de îfade da ye. Anku 20 roj piştî girteka lêkolînê. Erê baş e îfadeyek çawa dibe ku bi mehan beriya girteka lêpirsînê, hevok bi hevok mîna hev bên amadekirin? Bersiveke we bo vê pirsê heye? An bersivê bidin an jî ji belgeyên dozê derxînin. Ev belge, dîroka vekirî ya kompasê ye. Dadger wê demê got; ‘heke belge derkevin ez ê îstifa bikim.’ Vaye ji we re belge. Heke hûn aqûbeta hêzên ewlekariyê lêkolîn bikin, wê demê dê bibînin bê ka tiliya kê di vî karî de heye.”    ‘DÊ DAWIYA DESTHILATÊ NEBAŞ BE’   Bi domdarî Kişanak destnîşan kir ku êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê karesateke mezin bû û wiha derbirî: “Daxwaza vekirina korîdoreke însanî, reflekseke însanî ye. Ev nabe sûc. Çalakiyên ku tev li bûme lê neaxivîme kirine yek û bi endamtiya rêxistinê têm tawanbarkirin. Li hinek deveran dema disekiniyam bûme endama rêxistinê û li hinek cihan jî ji ber axaftina xwe bi propaganaya rêxistinê hatime sûcdarkirin. Ez mereq dikim bê ka hûnê çawa ji hev cuda bikin bê ka kîjan propagandaya rêxistinê ye. Divê kesên di rêya darbekaran de dimeşin baş bizanin ku dê dawiya nebaş be. Dawiya desthilatdariyê jî dê baş nebe. Pêşniyara min ew e ku li şûna di vê rêya nebaş de bimeşin, rêyeke din bibînin.”    ‘BI POLÎTÎKAYA HDP’Ê SERBILINDIM’   Parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim jî ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û wiha got: “Di serî de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ev doz, bi kêrî polîtîkaya şer û zextê ya desthilatdariyê tê. Lewma jî em ê ji bo gelên Tirkiyeyê têkoşîna xwe ya wekhevî, demokrasî û aştiyê heta dawiyê bidomînin. Weke jineke kurd, ez bi polîtîka û rêgezên HDP’ê serbilindim.”    ‘ME TECRÎD DIKIN’    Piştre jî Alp Altinors mafê axaftinê hilgirt û ev tişt anî ziman: “Ez dizanim ku dê rojên zehmet derbas bibin û em ê dîsa bên gel hev. Ji bo parastinê, pirsgirêkên me yên komputerê nehatin çareserkirin. Me yek bi yek derdixînin û tecrîd dikin. Di roja çarşemê de karmendekî heqaret li min kir û li min qîriya. Kesek nikare heqaretê li me bike. Ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Şahidê bi navê ABC123 çîrokek vegotiye lê ev çîrok, çîroka şahidê MAHÎR vala derdixîne. Li gorî çîroka nû, HDP’ê beriya MYK’ê li Amedê civiya ye. Kerem Gokalp jî dibêje qaşo Kamûran Yusek ferman da ye Demîrtaş. Tevî van nakokiyan jî we biryara girtinê da ye. Hûn jî di ferqa van nakokiyan de ne. Hûn nikarin dosyayeke têkçûyî dîsa zindî bikin.”    ‘EZ NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ NÎŞANÎ WE DIDIM’   Siyasetmedarê girtî Îsmaîl Şengul jî diyar kir ku îfadeyên şahidên nepen û îtîrafkaran nayên qebûlkirin. Şengul, got ku bi îfadeyên şahidê ABC123’ê re hewl didin hemû endamên MYK’ê krîmînalîze bikin. Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata mafê parastinê girt û ev tişt anî ziman: “Min, ji bo azadiya Ocalan kampanya da destpêkirin. Min negotiye ku min nedaye destpêkirin. Min, Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re bi 7 jinan da destpêkirin. Min kir û li pişt vê kirina xwe me. Ez, navnîşana çareseriyê nîşanî we didim. Îtîrafkarek heye ku wefata bavê min bi kar tîne. Anku ewqas bêexlaq e. Divê dadger û dozgerên li vê dozê dinihêrin, derheqê pirsgirêka kurd de zana bin. Da ku bikarin biryarên wijdanî bidin. Ji ber ku me siyaset kiriye, hûn me bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê didarizînin. Lê bi heman awayî nêzî yên din nabin. Cihêkariyeke etnîkî li dijî me heye.”    Şandeya dadgehê saetek navber da danişînê.