Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar 2022-03-11 15:42:06 RIHA - Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar û gotin: “Têkoşîna dayika Emîneyê, têkoşîna ciwan û jinên kurd e.”  Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 368’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibehê de hate ber deriyê Edliyeya Rihayê.   Meclisa Xwendekarên Demokratîk ji bo piştgiriyê, çûn serdana malbata Şenyaşar. Ferît Şenyaşar bixêrhatina ciwanan kir û derheqê komkujî û têkoşîna edaletê agahî dan xwendekaran. Piştre jî endamên Meclisa Xwendekarên Demokratîk daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Mervan Firat ve hate xwendin.   ‘BIJÎ TÊKOŞÎNA DAYIKA EMÎNEYÊ’   Di daxuyaniyê de hate gotin ku sekn û berxwedana malbata Şenyaşar ku ev 368 roj in berdewam dike, di esasê xwe de serkeftina jin û gelê kurd a li hemberî qirkirinên AKP-MHP’ê te û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Komkujiya li Pirsûsê hatiye kirin, bi zanebûn û bi rêxistinî hatiye kirin. Ev komkujî bi destê xizmên noker Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye kirin ku encama polîtîkaya kuştina kurdan a bi destê kurdan e. Bi girtîhiştina Fadil Şenyaşar re jî ev komkujî tê domandin. Têkoşîna dayika Emîne ya edaletê, ji bo hemû kesî bûye sembolek. Têkoşîna dayika Emîne, têkoşîna ciwan û jinên kurd e. Em li vir bang dikin; Fadil Şenyaşar berdin û kiryarên vê komkujiyê bidarizînin. Bijî têkoşîna birûmet a dayika Emîne û mazluman. Bimre faşîzm.”