Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete 2022-03-11 15:48:14 ENQERE - Parlamenter Huseyîn Kaçmaz têkildarî qisûrdîtina bavê Efe tektekîn ê ku wesayîta zirxî wî kuştibû axivî û got di 14 salên dawî de 25 jê zarok bi giştî 56 kes di encama lêqelibandina wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dane.    Komîsyona Zarokan a HDP’ê, nûnerên KESK, Egîtîm Sen û ÎHD’ê têkildarî qisûrdîtina bavê Efe Tektekîn ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xistin.    BI GIŞTÎ 56 KES HATINE KUŞTIN Û 144 KES BIRÎNDAR BÛNE    Di civînê de Hevberdevkê Komîsyona Zarokan a HDP’ê Parlamenter Huseyîn Kaçmaz axivî û diyar kir ku wesayîtên zirxî yên dibin sedema mirinê û birîndarkirinê wek “qeza” tên ragihandin û tevahiya van mirinan li bajarên bakurê Kurdistanê pêk tên. Kaçmaz wiha got: “Ev makîneyên mirinê dibin sedema felakete. Ev mirin û birîndarkirin her ku diçe zêdetir dibin. Ji sala 2008’an vir ve 94 bûyerên qelibandina wesayîtên zirxî qewimîn. Di van salan de 25 jê zarok bi giştî 56 kesan jiyana xwe ji dest daye. 144 kes jî birîndar bûne. Sedema van mirinên diqewimin neçareserkirina pirsgirêka kurd e û polîtîkayên şer e. Di sala 2019’an de Efe Tektekîn ê 5 salî di encama qelibandina wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da. Wek bûyerên din di bûyera Tektekîn de jî bavê wî bi qisûr hatiye dîtin. Li şûna faîl ango kujer werin cezakirin, malbatên zarokan tên cezakirin. Ev jî encama polîtîkaya bêceza hiştinê ya îktidarê ye.”    ‘TENÊ ZAROKÊN KURDISTANÊ TÊN KUŞTIN’    Kaçmaz bi bîr xist ku bapîrê Efe Tektekîn jî di encama lêqelibandina wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest daye û got: “Li kîjan devera vî welatî ewqas însan bi wesayîtên zirxî tên qetilkirin? Zarokên Kurdistanê tenê ne di encama lêqelibandina wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest didin. Polîtîkayên şer jî zarokan qetil dikin û dibin sedema derûniya wan û tundiya fizîkî pêk tîne. Awirên Ceylan Onkol li ser me hemûyan e. Di vê dosyeyê de kes nehat darizandin. Muxalefet di vê mijarê de dengê xwe dernaxe. Heta niha îktidarê jî bi tu awayî berpirsiyarî negirtiye ser milê xwe. Çareserî di çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê de ye. Em gazî îktidarê dikin ku li nav bajaran bikaranîna wesayîtên zirxî qedexe bike.”