Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome 2022-03-11 15:57:53 WAN - Di roja 89’an a Nobeta Edaletê de Komeleya Meleyan û Komîsyoya Baweriyan a HDP’ê çûn serdana malbatên girtiyan.  Ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 89’an de berdewam kir. Di çalakiyê de dayika girtî Botan Tîmûr, Asliha Tîmûr, hevjîna girtî Abîdîn Abî, Zubeyde Abî û dayika girtiyên bi navên Sedat û Nejdet Abî, Naciye Abî amade bûn. Di çalakiya îro de Komeleya Meleyan û Komîsyona Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çûn serdana malbatan. Di çalakiyê de endamê Komîsyona Meleyan Îbrahîm Sungur li ser navê komê axivî.    'RÊBERÊ GELÊ KURD DI GIRTÎGEHÊ DE YE’    Sungur, diyar kir ku gelê kurd, gelekî mazlum e û wiha domand: “Dibêjin ku; ‘Dema dengê mazlum û mexdûran digihije Xwedê, erd diheje.’ Ji ber zilma heyî, niha zarokên mazluman diêşin. Dema em li Rojhilata Navîn dinihêrin, dibînin ku tu gel biqasî kurdan mazlum nînin. Rêberê wan niha di tecrîdê de ye. Li girtîgeha polîtîkaya zilmê heye. Tevî vî emrê xwe, ez jî gelek caran ji ber axaftinên xwe ketim hefsê û derketim. Lê belê heke berxwedan û têkoşîn nebe, ev polîtîkaya zilmê dê mîna vîrûsê li her deverê belav bibe. Her çar aliyên kurdan niha bi agir hatiye dorpêçkirin. Hêvîdarim ku ev têkoşîna edaletê ya malbatan bibe wesîleya rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan. Çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bikin. Em ê her tim li gel malbatên xwe bin.”