Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin 2022-03-12 11:05:36   AMED - Serokê Komeleya 78’iyan Huseyîn Bariş diyar kir ku ew peyama Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu yên li Amedê jidil nabînin û wiha got: “Heke ji bo tiştên li Girtîgeha Amedê qewimîn tu hevhelalkirinê bixwazî, ji ewil divê dewlet rexnedayîna xwe bide û lêborînê bixwaze.”    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya bernameya ku weke “hevdîtinên hevhelalkirinê” hatiye binavkirin de, di şeva 9’ê adarê de hate Amedê. Piştî serdana du rojan jî ji bajar çû.    Di roja duyemîn a serdana xwe de Kiliçdarogku bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de wiha got: “Êşên li Girtîgeha Amedê hatine kişandin, nehatine jibîrkirin. Divê em û ew mirovên li wir ew êş kişandin heqê xwe li hev helal bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, 5 xalên me yên bingehîn hene. Ew jî ev in; divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin, hevdîtin ji dil û durist bin, divê kesek xwedî ajandayên cuda yên şexsî û veşarî nebe, kesek nekeve nava angajmanên cuda û piştgiriya civakî.”    Serokê Komeleya 78’iyan Huseyîn Bariş, derheqê hevdîtina Kiliçdaroglu û peyamên wî de bi ajansa me re axivî.    'PEYAMÊN JI BO HILBIJARTINÊ NE’   Huseyîn Bariş anî ziman ku partiyên pergalê di her demên hilbijartinê de ji bo dengan tên serdana Amedê û wiha got: “Di bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Di serdemên cuda de her tim gotinên weke ‘rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe’ û ‘rêya edaletê ji Amedê re derbas dibe’ hatin kirin. Lê di bingeha van gotinan de, xapandina gelê Amedê heye. Gelek siyasetmedar serî li vê rêbazê didin. Lê dem karê wan diqede jî xatirê dixwazin û diçin.”    'BI ZÎHNIYETA SIYASÎ YA BERÊ RE TEVDIGERIN’    Di berdewamê de Bariş diyar kir ku Kiliçdaroglu di gotina xwe ya “hemû nasnameyên etnîkî yên Tirkiyeyê şerefa me ne” de jidil nîne û wiha domand: “Êdî gelê kurd ê qedîm bi van gotinan naxape. Gelê kurd êdî gelekî polîtîk e. Wan baş nas dike. Di roportajên kolanan de jî xuya dibe ku her kes di ferqa her tiştekî de ye. Ji ber ku kurd nikarin bi zimanê xwe biaxivin, bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û nasnameya wan nayê qebûlkirin. Ew, qala çi nasnameyê dikin! Ev partiyên siyasî, hêjta bi zîhniyeta berê tevdigerin.”    ‘DIVÊ JI EWIL LÊBORÎNÊ BIXWAZIN’   Bi domdarî Bariş bal kişand ser gotina Kiliçdaroglu a “hevhelalkirinê” û ev nirxandin kir: “Hovîtiya li Girtîgeha Amedê hatiye kirin, li tu deverekê cîhanê nehatiye kirin. Heke hevhelalkirinê bixwazin, ji ewil divê dewlet rexnedayîna xwe bide û lêborînê bixwaze. Divê bibêjin; ‘em ê bi her yek ji wan re hevdîtinê bikin.’ Weke komeleyê me xwest bi Kiliçdaroglu re li cihekî ji gel re vekirî hevdîtinê bikin Wan jî qebûl kir. Lê piştre bi hinek kesên din ên li Girtîgeha Amedê mabûn re hevdîtin kirin. Serokatiya bajêr a CHP’ê qebûl kir. Me xwest ku di dema hevdîtina bi rêxistinên civaka sivîl de dosyayekî radestî wî bikin. Bi hezaran endamên me hene lewma jî me hevdîtineke bi çend kesan re qebûl nekir.”    DERHEQÊ RAPORÊ DE    Bariş, got ku navê rapora wan “Komîsyona Edalet û Lêkolînkirina Rastiya Girtîgeha Amedê” ye û di nava raporê de gelek rewşenbîr, bijîşk û akademîsyen cih digirin. Bariş, da zanîn ku di raporê de hevdîtinên bi 557 kesan re hatine nivîsandin ku derheqê hovîtiya Girtîgeha Amedê de diaxivin.   MA / Ergîn Çaglar