HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin 2022-03-12 13:29:24   ENQERE - HDP’ê bi wesîleya salvgera komkujiyên Qamişlo, Gazî û Ûmraniyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de HDP’ê diyar kir ku bi bilindkirina têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê dikare xwedî li bîranîna qurbaniyan bê derketin.    Lijneya Rêveber (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 18’emîn salvegera Komkujiya Qamişlo ku rejîma Baasê di 12’ê Adara 2004’an de li dijî gelê kurd pêk anîbû û 27’emîn salvegera komkujiyên Gazî û Ûmraniyeyê ku di 12’ê Adara 1995’an de hatibûn kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di lîstika fûtbolê ya di 12’ê Adara 2004’an a li Qamişloyê de gelek kes hatin qetilkirin û ev tişt hatin gotin: “Dema gelê kurd dixwest kesên hatine qetilkirin veşêre, rejîma Baas êrişî merasîman kir û 52 kes qetil kirin û bi hezaran kes jî birîndar kir. Her wiha di 12’ê adara 1995’an de li dijî 5 qehwexaneyên cuda ku gelemperî elewî lê dijiyan, bi awayekî hemwext êrişên çekdarî hatin kirin. Di êrişê de bi dehan kes hatin qetilkirin. Li ser vê yekê li gelek deverên Stenbolê çalakiyên protestoyî hatin kirin û 35 kes hatin qetilkirin.”    ‘ARMANCA ÊRIŞAN DAXWAZÊN AZADIYÊ BÛ’    Daxuyanî wiha berdewam kir: “Armanca esasî ya Komkujiya Qamişlo, daxwazên azadiyê yên gelê kurd bû. Bi komkujiyên Gazî û Ûmraniyeyê re jî xwestin ku têkoşîna azadiyê ya civaka elewî û şoreşgeran tune bikin. Di van komkujiyan de bi dehan kes hatin qetilkirin lê ev komkujî tu carî nehatin ronîkirin. Ev komkujiye veşartin, xwedî li kiryarên wan derketin û vê jî rê li ber komkujî û êşên hîn mezintir vekir. Ev rejîmên yekperest, zordest û otorîter wisa bawer dikin ku dê hebûna xwe bi qirkirin û tunekirina gelan biparêzin. Rejîma Baas ku di serî de Qamişlo gelek komkujiyên din kirin, niha li ber mirinê ye lê bi van êrişên wê re şer, mirin û malxirabî anî Sûriyeyê.    EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN   Kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin jî sepanên rejîma Esad û yên Sedam bo xwe esas girtin û hewl didin emrê xwe dirêjtir bikin. Mixabin ku van hewldanan jî bi xwe re birçîtî, xizanî û qeyranên siyasî û civakî anîn Tirkikiyeyê. Her çend ku erdnîgarî, kesên hatine qetilkirin û kesên ku qetil dikin ji hev cuda bin jî, ev komkujiye tevek jî berhema heman zîhniyetê ne. Û em jî dê tu carî van êşan ji bîr nekin. Êşa van komkujiyan, weke birîneke roja ewil hêjta canê me diêşîne. Em, qurbaniyan bi minet bi bîr tînin. Tekane rêya dilsoziya bi bîranîna qurbaniyan re ew e ku em têkoşîna xwe ya demokrasî, azadî û wekheviyê mezintir bikin.”