Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir! 2022-03-12 14:16:31 MÊRDÎN - Qeymeqam û qeyûmê Nisêbînê Ercan Kayabaşi ji bo xwe û malbata xwe ji ber nexweşiyek hêsan li şûna ku biçe nexweşxaneyê tedawî bibe, hemşîreyên taybet biriye mala xwe.  Derket holê ku qeymeqam û qeyûmê navçeya Nisêbîna Mêrdînê Ercan Kayabaşi ji bo xwe û malbata xwe hemşîreyan bi awayek taybet vexwendiye mala xwe da ku xizmeta tenduristiyê ya taybet bidin wan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di 45 rojên dawî de qeymeqam Kayabaşi 3 caran ji bo tedawiyek tibî ya hêsan li şûna ku biçe nexweşxaneyê, ji bo xwe, keç û hevjîna xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hemşîreyan biriye malê.    HEMŞÎRE BI TAYBET HATINE WEZÎFEDARKIRIN    Li ser xwesteka qeymeqam sertabîbê nexweşxaneyê du caran hemşîreyek, carek jî du hemşîreyan wezîfedar kiriye û şandiye mala qeymeqam. Ji bo hemşîreyan wesayîta taybet hat wezîfedarkirin. Piştî ku hemşîreyan tedawiya qeymeqam, hevjîn û keça wî pêk anî, bi wesayîta taybet dîsa wan danî nexweşxaneyê.    ‘KES BI SER KESÎ RE NÎNE’    Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Mustafa Volkan Binbaş, derbarê qaymeqamê navçeyê de ku hemşîreyan taybet gazî mala xwe kiriye, ji ajansa me re nirxandinek kir û got: "Eger em di nava hiqûqê de bijîn, tu kes di warê destûra bingehîn û qanûnan bi ser kesî re nîne. Bi gotineke din hemû welatî di xebatên organên dewletê û rêveberiyê de li pêşberî qanûnê wekhev in. Ev xizmetên tenduristiyê yên lezgîn û xizmetên tenduristiyê yên li malê nayên qebûlkirin. Ji xeynî vê, xebatkarên tenduristiyê nikare li derveyî yekîneya ku lê hatiye wezîfedarkirin, biçe cihek din xizmeta tenduristiyê bike. Em diyar dikin ku tişta hatiye kirin ne hiqûqî ye û em bang li rayedaran dikin ku tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigirin."   MA / Ahmet Kanbal