Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin 2022-03-12 15:30:13   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya 520’an a “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê Nexweş Cemîl Erdem. Komîsyonê, da zanîn ku gelek nexweşiyên Erdem hene û nikare bi tena serê xwe bijî lewma divê di zûtirin dem de were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” dikin. Çalakiya hefteya 520’an jî li avahiya xwe kir. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Erdem ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê tê ragirtin û nexweşiyên wî yên weke penceşêra qirikê, qelewî, reflû û tansiyona bilind hene.    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerabtir dibe. Acettîn, da zanîn ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 20 girtiyan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdage daye destpêkirin ber bi roja 60’an ve diçe. Di berdewamê de Acettîn anî ziman ku girtiyên din jî ji bo piştgiriyê her 5 rojan carekî komek dikeve greva birçîbûnê. Bi domdarî Acettîn daxuyand ku divê daxwazên girtiyên di zûtirin dem de bên qebûlkirin.    'NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJÎ’    Acettîn, di berdewamê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Erdem û wiha domand: “Nexweşiyên wî yên penceşêra qirikê, qelewî, reflû û tansiyona bilind hene. Li gel nexweşiyên kronîk, her wiha ji ber temenê wî yê mezin jî gelek nexweşî lê peyda bûne. Nikare bi tena serê xwe bijî û hewcehiya wî bi sexbêreke birêkûpêk û tedawiyê heye. Di dema emeliyeta 5 sal berê de têlên wî yên deng ziyan dît lewma nikare biaxive. Nikare derdê xwe vebêje û ji ber vê jî derûniya wî xerab bûye. Her wiha ji ber emeliyatê ji xwarin û vexwarinê bir bûye û ev jî dike ku tenduristiya wî hêj xerabtir bibe. Nikare bi tena serê xwe bijî û hevalên wî alîkariyê didin.”      'BILA ERDEM WERE BERDAN’    Herî dawî jî Acettîn ev tişt anî ziman: “Ji bo ku Erdem di dema pandemiyê de were berdan û tedawiya wî li derve bidome, serlêdan hatin kirin. Ji bo raporê şandin nexweşxaneyê lê hêjta encamek jê derneketiye. Tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyan, nayê berdan. Em dîsa bang dikin ku Erdem bê berdan û mafê wî yê tenduristî û jiyanê were parastin. Banga me ji rayedaran ew e ku peywira xwe pêk bînin.”