Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin 2022-03-12 16:14:15   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest girtiyê nexweş Nurettîn Başaran ê ji sedî 78 astengdar e were berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 392’yemîn de li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş serbest berdin” hat vekirin. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend. Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Nurettîn Başaran ê li Girtîgeha Siwêrega Rihayê ya Tîpa T’yê girtî ye. Çevîrmen da zanîn ku Başaran beriya bê girtin ji ber qezaya trafîkê astengar maye, xwe li ser pêya nagire û ji sedî 78 astengdar e. Çevîrmen got nexweşiya lareşiyê (kangren) li lingên wî ketine û pûç bûne. Çevîrmen diyar kir ku Başaran rakirine nexweşxaneya Rihayê û jê re hatiye gotin dê tiliyên lingê wî bên jêkirin û ew nikare pêdiviyên xwe dabîn bike. Çevîrmen anî ziman ku tişta ku rayedar tînin serê girtiyan binpêkirina mafê jiyanê ye û xwest tavilê Başaran û girtiyên nexweş bên berdan.