Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve 2022-03-13 09:06:33   MÊRDÎN - Di ser qedexeya derketina derve re ya di 14'ê Adara 2016'an de li Nisêbînê hatibû ragihandin, 6 sal derbas bûn. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût, anî ziman ku gel Nisêbînê li pey heqîqetê ye û xwedî li vîna xwe derdikeve.    Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 7'ê Heîzrana 2015'an de ji sedî 13'ê rayan girt û nehişt AKP bi tena serê xwe bibe desthilat, şer û pevçûn cardin rû dabûn û li ser hev di qedexeyên derketina derve hatibûn îlankirin. Di dîrokên cuda de Gimgim, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Sûrê jî di nav de 7 bajar û 35 navçe bi qedexeyên hatibûn îlankirin hatibûn dorpêçkirin. Li gor rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÛHV) di vê pêvajoyê de herî kêm 310 sivîl jiyana xwe ji dest dane û milyon û 642 kes jî bandor ji van qedexeyan girtine.    6 SAL DERBAS BÛN   Ji bajarên ku hatibûn dorpêçkirin yek jê jî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bû. Li Nisêbînê qedexeya derketina derve di Tebaxa 2015'an de dest pê kiribû û 8 caran hatibû danîn. Qedexeya herî dirêj jî di 14'ê Adara 2016'an de hatibû îlankirin. Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan di dema vê qedexeya ku 6 sal di ser re derbas bûne de 24 sivîl bi çekan û perçeyên şarapnelê jiyana xwe ji dest dane.    MAL HATIN ŞÊLANDIN   Piştî şerê ku bi mehan domandibû Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), di 25'ê Gulana 2016'an de daxuyandibû ku "Em ji Nisêbînê derketin". Piştî vê di 26'ê Gulanê de 17 jê zarok herî kêm 70 sivîl ji bajêr hatibûn tehliyekirin. Qedexeya li bajêr di 25'ê Tîrmeha 2016'an de bi awayekî qismî û di 21'ê Nîsana 2018'an de jî bi temamî hatibû rakirin. Piştî qedexe hatibû rakirin hin şêniyên bajêr vegeriyabûn navçeyê, lê gava vegeriyabûn bi enqazekê re rû bi rû mabûn. Li taxa Kişla, Zeynelabîdîn, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Firat û Yenîşehîrê hezar û 786 avahî hatibûn texrîbkirin. Derketibû holê ku piştî amûrên biqîmet ên di van avahiyan de hatibûn derxistin û hatibûn firotin, avahî bi bombeyan hatibûn texrîbkirin.    ‘NISÊBÎN PIR ÊŞ KIŞAND'   Hevserokê HDP'ê yê wê demê Ferhat Kût ku paşê di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de bûbû Hevşaredarê Nisêbînê, anî ziman ku li van 6 taxên hatibûn xerakirin kesên di salên 90'an de gundên wan hatibûn valakirin û şewitandin diman. Kût, bilêv kir ku pêvajoya 2015'an bi xerakirina van taxan re dest pê kiriye û got: "Gelê Nisêbînê beriya qedexeyan bi êş û azarên mezin re rû bi rû mabû. Wê çaxê gelek kes li ber malên xwe hatibûn kuştin. Yek ji van kesan Mûgdat Ay bû. Qet ji bîra min naçe. Gava li ber mala xwe dilîst hatibû kuştin. Dayikak li nav kuçeyê hat kuştin. Nisêbîn pir êş kişand."    NISÊBÎN LI PEY HEQÎQETÊ YE   Kût, bilêv kir ku wê çaxê nifûsa Nisêbînê li dor 120 hezarî bûye û got: "Li gundên Nisêbînê di salên 90'an de bi koçberiyekê re rû bi rû man û wan salan gelek kes ji aliyê hîzbul-kontra ve hatin qetilkirin. Nisêbîn piştî wan bûyerên salên 90'an bi heman bîr û baweriyê ji nû ve şax veda. Di 2015'an de jî wiha bû. Nifûsa wê ji 120 hezarî kêm bûbû, daketibû biniya 100 hezarî. Lê piştî wextekê mirov cardin hatin taxên xwe û malên xwe. Niha jî Nisêbînî li pey heqîqetê ne. Xwedîderketina wan a li vîna xwe, helwesteke pîroz e."    ‘GEL DOZA XWESERIYÊ KIR'   Kût, destnîşan kir ku wê demê gel li dijî avêtina ser malan û girtinan bertekên xwe nîşan didan û got: "A rast gel doza xweseriya demokratîk dikir. Dirûşmeya wan 'Nasnameya azad, xweseriya demokratîk bû.' Lê dewletê ev yek qebûl nedikir. Ev israra dewletê bû sedema mirina mirovan. Lê gel her roj xwe li kuçe û taxan parast. Di 14'ê Adarê de tevahiya Nisêbînê hatibû valakirin. Piştî qedexeyê gava em hatin Nisêbînê derdora taxan bi têlan hatibû girtin. Tax kavil kiribûn. Bajar kavil bûbû. Kevir li ser kevir nemabû. Bi ehzaran avahî hatibûn xerakirin. Niha li van deran TOKÎ hatine çêkirin. Xwestin jiyana çandî ya mirovan biguherînin."    ‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERDIKEVE'   Kût, anî ziman ku gelê Nisêbînê niha paşerojê dide ber lêpirsînê û got: "Gelê Nisêbînê wekî salên 90'an niha jî xwedî li vîna xwe û têkoşîna xwe derdikeve. Çawa di salên 90'an, 2014'an û 2015'an de xwedî li vîna xwe derket, niha jî derdikeve."    MA / Ahmet Kanbal