Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê 2022-03-13 11:57:30   AMED - Gelê Amedê ku dê di 21’ê Adarê de Newrozê pêşwazî bike, girîngiya Newrozê destnîşan kirin û gotin: “Em ê di Newrozê de peyama hevpar bidin. Ev Newroz ê bibê wesileya şikandina tecrîdê.”   Gelê kurd watêyek mezin dide Newrozê û her sal meha Adarê wekî meha cejnê pêşwazî dikin. Gelê kurd niha jî wekî her sal xwe ji Newrozê re amade kiriye. Newroza îsal bi biryara hevpar a partiyên Kurdistanî diyar bû ku dê bi diruşmeya ‘Dem dema serkeftinê ye’ li gelek qadan bi tevlîbûna milyonan ê were pîroz kirin. Ji bo Newrozê bajarê herî girîng û wekî nîşana Newroze tê penasekirin Amed e. Gelê Bakurê Kurdistanê, Amedê wekî navend dibînin. Her sal ji gelek bajaran welatî tên Amedê û agirê Newrozê vedixin. Newroz dê îsal jî bi tevlîbûna milyonan kesan di 21’ê Adarê de li Amedê were pîroz kirin.    Me jî bi wesîleya Newrozê mikrofona xwe dirêjî gelê Amedê kir. Gelê Amedê, wateya Newrozê û pîrozbahiya îsal nirxandin.    ‘NEWROZ TEKOŞÎN E’   Welatiyê bi navê Mehmet Ozgur destnîşan kir ku Newroz dîroka xwe ji têkoşînê digire û girîngiya Newrozê wiha bi lêv kir: “Zext û zor li ser gel heye. Dema Newroz tê gel jê cesaretê digire û dixwaze roja nû bi vî awayî pêşwazî bike. Ji ber we jî Newroz cesaret e, têkoşîn e. Her sal li gorî pêvajoyan şiyareke Newrozê heyê. Newroza îsal jî hat diyar kirin ku dê bi şiyara ‘Dem Dema Serkeftinê ye’ were pîrozkirin. Li gorî vê yekê divê mirov gavên nû biavêje û rêxistinkirina xwe xurt bike. Ji ber vê yekê wateya wê cuda ye.”   ‘DIVÊ DAXWAZA ME ŞIKANDINA TECRÎDÊ BE’   Ozgur, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tecrîd li ser hemû kurdan tê meşandin û ji bo tevlîbûna Newrozê wiha bang li gel kir: “Tecrîd ne tenê li ser Rêber e, tecrîd li ser hemû gelê kurd e. Divê tecrîd bê şikandin. Tecrîd hemû gelê kurd eleqedar dike, ji ber wê yekê jî divê daxwaza me şikandina tecrîdê be. Bila gelê kurd hemû kom bibe û daxwazên xwe bîne ziman. Ew roj roja me ye. Ew roj ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn girîng e bi taybêtî jî ji bo me girînge. Ji ber vê yeke jî em dibêjin bila gelê me di Newrozê de kom bibe û tekoşîna xwe pêş bixe.”    ‘BILA NEWROZ BIBE AZADIYA BINDESTAN’   Welatî Salîh Kizil jî dîroka Newrozê bi bîr xist ku Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaq serî rakirî ye û piştî wê Newroz wekî nîşana azadiyê di nav kurdan de tê pîrozkirin. Kizil, bi lêv kir ku Newroz serhildan e û wiha axivî: “Newroz hatina biharê ye. Çawa biharê li her derê kulîlk vedibin. Wateya Newrozê jî ewe ku milet weke kulîlkan şîn bibê, şîyar bibe, azadiyê û serxwebûna xwe bixwazê. Newroz ne tenê agir vexistinê, jîyan bi xwe ye. Newroz her sal tiştekî nû bi xwe re tîne, azadiya bindestan tîne. Newroza hemû gelan pîroz dikim. Ya girtiyan ji pîroz dikim. Bila Newroz azadiyê ji kesên di bin zilmê de ne re bîne. Newroz nîşana berxwedana li dijî zilmê ye.”   ‘NEWROZ DÊ JI ZILM Û ZORÊ RE BIBE BERSIV’   Welatî Welat Dargin anî ziman ku gelek zext û zor li ser gelê kurd hene û wiha got: “Newroz dê ji zilm û zor û tecrîda ku li ser girtiyan tê meşandin re dê bibe bersiv dê peyamekê bide. Ji ber wê yekê jî em bang li hemû kesê dikin ku tevlî Newrozê bibin û Newroza xwe pîroz bikin.”   Welatî Hozan Taş jî bi lêv kir ku gelê Mezopotamyayê Newrozê weke cejnê pîroz dike û wiha axivî: “Em çawa li benda cejnê disekinin bi wî awayî jî li benda Newrozê ne. Em dixwazin vê Newrozê jî wekî şahî bi hev re pîroz bikin. Serkêftin jî di deste me kurdan de ye. Heke em li qadan bi hev re dîlana xwe bigrin, we serkêftina xwe ji pêk bînin. Dixwazin ku em Newroza pîroz nekin ku di nav civaka me de were winda kirin. Lê em winda nakin. Em e heta dawiya mehê jî  Newroza xwe pîroz bikin. Heke em di Newrozê de girtiyan jî têxin rojevê wê baş bibe.”   ‘DIVÊ JI BO SERKEFTINÊ EM BIBIN YEK’   Welatî Emîr Ramazanoglu jî bi bîr xist ku Mazlûm Dogan roja newrozê di girtîgehe bi 3 şixatan li dijî zilme çalakiyek li dar xistiye û anî ziman ku ji ber vê yekê wateya Newrozê zêde ye. Ramazanoglû da zanîn ku ji bo Newroze ji Antalyayê hatiyê Amedê û wiha got: “Newroz aştî ye, ronahiya Kurdistanê ye. Ez dixwazim di Newroza 2022’yan de kurdên me jî weke Mazlûm Dogan, weke Kemal Pîr li dijî  zilma ku li ser me tê meşandin derkevin. Divê ji bo serkêftine em bibin yek. Barê qada Amedê pir giran e ji ber wê dixwazim milet berê xwe bide qada Amedê û Newroza xwe geş bike.”   ‘LI SER ZAROKÊN KURD JÎ TECRÎD HEYE’   Ramazanoglû, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got: “Girtiyen me pir zêde ne, ew bê sûc in, ji bo zimanê xwe, axa xwe ketine girtîgehe. Bila Newroza 2022’yan ji girtiyên ku rehin hatine girtin re azadiyê bîne. Tecrît ne tene li ser Serokê kurdan heye, li ser zarokên kurd ku nû ji dayik bûne jî heye. Lê em jî tûcarî teslîm nabin. Zindana Amedê jî şahidî kiriye, duh em teslîm nebûn îro em qet teslîm nabin berxwedana me dê bidome.”   MA / Mahmût Altûntaş