Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin 2022-03-13 19:56:33 ENQERE - Xizmên malbata Dedeogûllari ku di êrişa nijadperest a li Konyayê de hatin qetilkirin diyar kirin ku heke di rûniştina dozê ya 19’ê nîsanê de wê were lidarxistin de edalet pêk neyê dê dest bi Nobeda Edaletê bikin.   Xizmên 7 ferdên malbata Dedeogûllari yên ku di 30'ê Tîrmeha 2021'an de li navçeya Meram a Konyayê ji aliyê Mehmet Altûn ve di êrîşa nîjadperestî de hatin qetilkirin, ji bo balê bikişînin ser doza ku berdewam dike û ji bo daxwaza edaletê bikin, daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên ku li mala Dedeogûllari ya ku komkujî lê hat kirin hatin cem hev, piştî hevdîtinê daxuyanî dan.   Xizmên malbata Dedeogûllari diyar kirin ku heke edalet di danişîna dozê ya dê di 19'ê nîsanê de ku bê lidarxistin pêk neyê, wê dest bi Nobeda Edaletê bikin.   'EM Ê KOMKUJIYÊ NEDIN JIBÎRKIRIN'   Ji xizmên malbatê Erol Şan di daxuyaniyê de wiha got: “Ev der mala Yaşar, Îpek, Serpîl, Serap, Sîbel, Bariş û Metîn Dedeogûllari yên di 30’ê Tîrmehê de hatin qetilkirin e. Mala Dedeogûllari ye ku 224 roj berê hatin qetilkirin. Divê kes ji bîr neke ku ev ê ji bo hin kesan ne sûdmend be. Em ji bo ku bînin bîra raya giştî ku me qetlîam ji bîr nekiriye, em hatine gel hev. Pêvajoya darazê hê jî me razî nekiriye û wisa dixuye ku wê neke jî. Lê em li benda pêvajoya darazê ne. Em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û nehêlin bê jibîrkirin."   'EM Ê DEST BI NOBEDA EDALETÊ BIKIN'   Pişt re biraziyê Îpek û Yaşar Dedeogûllarî Harûn Rifatoglû axivî û got: “Tevî ku armanca dewlet û welatiyan divê edalet be, hin kes vê yekê paşguh dikin. Edalet ji bo her kesî ye. Ji ber vê yekê em ji bo edaletê têbikoşin. Ez dixwazim li vir xîtabî serokê dadgehê û dozgeran bikim, ez dixwazim ku hûn ne tenê delîlan di heman demê de şert û mercên ku bûyer di nav de derketine jî binirxînin. Zagona herî mezin edalet e. Em dozger û dadgerên partiyên siyasî naxwazin, em hakim û dozgerên dewletê dixwazin. Em wek Dedeogûlları ji bo hemû gelan edaletê dixwazin. Ger di 19’ê Nîsanê de edalet pêk neyê em dikarin Nobeta Edaletê bidin destpêkirin.”