Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê 2022-03-13 22:19:32 STENBOL - HDP'a Stenbolê şeva piştevaniyê li dar xist. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan banga tevlibûna Newrozê kir û got: "Em mil bidin milê hev û hev re bimeşin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê her sal beriya Newrozê şeva xwarinê ya piştevaniyê li dar dixe. HDP'ê îro jî li eywanek dawetê ya li navçeya Şîşliyê şevê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenterên HDP'ê, pêkhateyên HDP'ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û gelek kes beşdarî şeva piştevaniyê bûn. Hevserokên HDP'a Stenbolê Ferhat Encu û Îlknûr Bîrol axivîn û spasiya kesên beşdarî şevê bûn kirin û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna azadiyê.    BULDAN BANGA TEVLIBÛNA PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ KIR    Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan jî di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku rêya wan dirêj e, têkoşîna wan mezin e û xwest her kes li derdora têkoşînê bibe xelek. Bûldan bal kişand ser girîngiya pîrozbahiyên Newroza îsal û got: "Ez gazî gelê me yê hêja dikim ku biherikin qadên pîrozbahiya Newrozê. Werin em mil bidin milê hev û bi hev re di rêya azadiyê de bimeşin."    Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û strîn. Beşdaran li ber stranan govend gerandin.