Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan 2022-03-14 10:02:54 MÊRDÎN - Cenazeyên nêzî 30 kesan ên di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, 6 sal in radestî malbatên wan nehatine kirin. Leyla Deger a ku li cenazeyê kurê xwe digere got: “Ez gazî malbatan dikim, werim em bikevin pey doza zarokên xwe.”    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera tebaxa 2015’an û 14’ê adara 2016’an de li dijî daxwaza xwerêveberiyê ya gel 8 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di 14’ê adara 2016’an de navçe bi temamî hat valakirin û cihê xwe ji şerê giran re berdan. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 25’ê gulana 2016’an de daxuyaniya “Em ji Nisêbînê vekişiyan e” da û bi vê yekê re di 26’ê gulanê de 17 jê zarok herî kêm 70 sivîl ji navçeyê hatin tehliyekirin.    GELO ÇEND CENAZE HATIN DERXISTIN?   Piştî şer têkildarî kesên li naçeyê jiyana xwe ji dest dane daxuyanî hatin dayîn. Li gorî tomarkirinên dozgeriyê di şer de 69 polîs, leşker û cerdevan hatine kuştin û 528 polîs û leşker jî birîndar bûne. YPS’ê jî ragihand ku 51 endamên wan li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî qeydên dozgeriyê cenaze û parçeyên bedenên 58 kesan hatine bidestxistin. Li gorî qeydên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Mezopotamyayê (MEBYADER) ji navçeyê 83 cenaze hatine derxistin.    MALBAT LI BENDA CENAZEYÊN XWE NE   Lê belê tevî di ser şer re 6 sal derbas bûne jî hêj cenazeyên gelek kesan radestî malbatên wan nehatine kirin. Piştî qedexe bi dawî bû cenazeyan rakirin saziyên tibê edlî yên Mêrdîn, Dîlok, Riha û Meletiyê. Ji bo DNA’yê nimûneya xwînê hat girtin. Tê gotin 22 cneaze li Mêrdînê û li gorî texmînan 8 cenaze jî li bajarên din bi giştî 29 cenaze bi îdiaya encamên DNA’yê li hev nehatiye radestî malbatan nehatin kirin.    6 SAL IN LI CENAZEYÊ KURÊ XWE DIGERE    Abdulselam Deger (Kendal) jî li navçeya Nisêbînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Leyla Deger diyar kir ku ji ber DNA’yê wan li hev nehatiye 6 sal in cenazeyê kurê xwe wernegirtiye û agahiya mirina wî jî ji televîzyonê hîn bûye. Deger wiha got: “Em ketin pey cenaze jî lê me cenazeyê xwe nedît. Em çûn me cneazeyê xwe xwest, ji me re gotin cenaze tune ye. Me sê caran nimûneya xwînê da. Me gelek caran li cenaze pirsî. Min xwest gorek wî hebe û li ba me be. Lê me nedît. Ez niha jî li cenaze digerim. Ez dixwazim bînim li axa xwe veşêrim. Ez dixwazim cenazeyê kurê min bidin me. 6 sal derbas bû lê cenaze nadin me. Ez cenazeyê xwe dixwazim.”    GOTIN ‘PAKÊTA WE HEYE’    Deger anî ziman ku ji dozgeriyê lê geriyane û jê re gotine “pakêta we heye” û wiha got: “Kêliya min vê cumleyê bihîst, Egît Îpek û dayika xwe hatin bîra min. Ez gelek tirsiyam. Min halê wê dayikê da ber çavê xwe û fikirîm. Min got viya heqaret e. Min got qey wê cenazeyê kurê min jî wisa bidin. Baran û firtûne hebû, ez rabûm çûm dozgeriyê. Dosye dan destê min. Gotin hêj cenazeyê we derneketiye. Ji wê rojê ve tu agahî nedane me.”    GAZÎ MALBATAN KIR    Deger destnîşan kir ku tenê ne cenazeyê kurê wê cenazeyên gelek malbatan radestî wan nehatine kirin û got: “Ez gazî hemû malbatan dikim, bila werin em bibin yek. Em bikevin pey doza zarokên xwe. Bila gora zarokên me li cem me bin. Em vê rewşê qebûl nekin. Em li kêleka hev bisekinin.”   MA / Ahmet Kanbal