Li Efrînê 11 kes hatin revandin 2022-03-14 13:26:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên MÎT’ê û komên girêdayî wê li Efrînê 11 welatî revandin û birin cihekî nediyar. Nayê zanîn bê ka aqûbeta kesên hatine revandin çi ye.       Binpêkirinên hêzên artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê, çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku di nava deh rojên dawî de 11 welatiyên ji herêmên cuda yên Efrînê, ji hêla endamên MÎT’ê û komên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine revandin. Ji welatiyên hatine revandin 2 jê jin û yek jî zaroke.    Çavkaniyên ji Efrînê da zanîn ku welatiya bi navê Hêvîn Tarî ya ji gundê Çeqela yê Şiyê, Mihemed Nezmî Nasan (19) ê ji gundê Xelnêrê yê Mabetayê, Mihemed Mihemed Oso, Mehmûd Ehmed Hacî û Luqman Nûrî Mistefa ên ji gundê Kaxirê yê Mabetayê, Hecî Îsmaîl (30) ê ji gundê Keferdelê yê Cindirêsê, Xelîl Mihemed Reşîd (40) û hevjîna wî Nazliyê Mistefa yên ji gundê Mosako yê Racoyê, Mihemed Xelîl Reşîd (38) ê ji gundê Bilîlko yê Racoyê, Ayaz Hesen Zelxoko (14) ê ji gundê Bedîna yê Racoyê û Arif Hemdoş ê ji gundê Kefercenê yê navçeya Şerayê ji hêla endamên MÎT’ê û komên weke “Polîsên leşkerî” tên zanîn ve hatine revandin.    Heman çavkaniyan diyar kir ku aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.