Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin 2022-03-14 13:54:03 NAVENDA NÛÇEYAN - TJA û Hêzên Ked û Demokrasiyê li gelek bajaran ji bo tevlibûna Newrozê bang kirin û wiha gotin: “Em, serhildan û hesreta xwe ya azadiyê mezin dikin û bang li hemû kesan dikin ku li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurtir bikin.” Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê li gelek bajaran ji bo bangawaziya Newrozê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bang li hemû gelan hat kirin ku ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê, li dora agirê Newrozê mil bidin milê hev.    DÊRSIM   Newroza îsal a Dêrsimê dê di 19’ê Adarê roja şemiyê de li Qada Seyîd Riza bê pîrozkirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî mijarê li avahiya Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê bi ruhê Newrozê faşîzmê têk bibin, Newroz pîroz be” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de li gel pêkhateyên platformê, her wiha parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu jî amade bû.    Ji rêveberên Rêxistina HDP’a Dêrsimê Ozcan Ateş da zanîn ku dê Newroza 2022’yan bi ruhê “serkeftina bi hev re” pîroz bikin û banga tevlibûnê kir. Ateş, piştre jî derheqê bernameyê de çend agahî dan û wiha bi dawî kir: “Dê parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz û Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu jî beşdarî pîrozbahiyê bibin. Li gel hunermendên herêmî, di heman demê de hunermend Alî Baran û Derya Cengîz jî dê di Newroza Dêrsimê de derkevin ser dikê.”   ENQERE    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê deklarasyona Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin, ragihand. Daxuyaniya hevpar a Hêzên Ked û Demokrasiyê ji hêla Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemillîoglu ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de Sînemîllîoglu anî ziman ku êrişên Dehaqan ên li vê erdnîgariyê yên li dijî têkoşîna azadiyê hêjta berdewam in. Sînemîllîoglu qala êrişên li dijî Kurdistanê, binpêkirinên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş, bihabûna jiyanê û zemên di demên dawî de kir û wiha domand: “Têkoşîna Kawayan a li dijî zilma Dehaqan bênavber didome. Bêguman dê serkeftin a Kawayan be ku têoşîn azadiyê didin. Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku li dora agirê Newrozê mil bidin milê hev; coş, hêrs û serhildana xwe mezintir bikin; hesreta xwe ya azadiyê biqîrîn, li dijî Dehaqan bibin Kawayên hemdem û dakevin qadên Newrozê. Em ê Newroza îsal a Enqereyê di 20’ê Adarê saet di 13.00’an de li Anitparkê pîroz bikin. Banga tevlibûnê li tevahiya gelê xwe dikin.”    ÎZMÎR   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Newroza ku dê li Îzmîrê di 20’ê Adarê de li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin, li Buroya Şêwirmendiyê ya Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de jinan cilên rengîn ên gelerî li xwe kiribûn û pankarta “Dem dema jinan e” hilayîstibûn.    Aktîvîsta TJA’yê Nîlay Guleser daxuyanî xwend û wiha got: “Em, Newroza 2022’yan bi berxwedana li dijî faşîzmê pêşwazî dikin. Di serdemekî wiha de em Newroza 2022’yan bi dirûşma ‘dem dema serkeftinê ye’ pêşwazî dikin û dê bikin Newroza serkeftinê. Dê Newroza Îzmîrê di 20’ê Adarê saet di 13.00’an de li Qada Gundogduyê were pîrozkirin. Banga me ji bo hemû jinan û gelan ew e ku li dijî zilma Dehaqan bi me re bikevin meşa azadiyê. Em bang dikin ku hemû kes beşdarî Newrozê bibe.”   MÊRDÎN  Komîteya Amadekar a Newroza Mêrdînê têkildarî pîrozbahiya Newroza îsal, li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Newroza 2022’yan” hatibû daliqandin. Di daxuyaniyê de li ser navê komîteyê, aktîvîsta TJA’yê Eylem Amak axivî û da zanîn ku Newroz, sembola xwenûkirinê û vejînê ye. Amak, diyar kir ku dê Newroza 2022’yan bi ruhê berxwedan û têkoşînê pîroz bikin û bang li hemû kesî kir ku tev li pîrozbahiya Newroza Mêrdînê bibin. Komîteyê da zanîn ku dê di 19’ê Adarê de li Kerboran û Artûklûyê, di 20’ê Adarê de li Qoser, Dêrik û Stewrê û di 21’ê Adarê de jî Newroz li Nisêbînê Newroz bê pîrozkirin.