Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin 2022-03-14 16:51:08   WAN / ÎZMÎR - Nobetên Edaletê ya malbatên girtiyên li Wan û Îzmîrê berdewam kirin. Xizma girtiyan Dilşah Alkan, bang li Wezîrê Edaletê kir ku girtiyên nexweş berde.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, li Baroya Wanê dabûn destpêkirin, di roja 90'î de berdewam dike. Hevjîna Îbrahîm Alkan ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye  Dilşah Alkan û dayika Botan Tîmûr ku li heman girtîgehê girtî ye Aslihan Tîmûr îro nobetê berdewam kirin. Endamên Platforma Şaxan a  Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, serdana malbatê kirin.    JI KESKÊ PIŞTGIRIYA MALBATAN   Berdevkê Demê yê KESK'a Wanê Îbrahîm Çelîk, diyar kir ku piştgirî didin çalakiya dayikan û wiha axivî: "Bi salan e desthilat bi derew û agahiyên şaş, timik bi mêjiyê parçekirinê dixebite. Ev rewş ji avakirina Komarê ve didome. Vê tirsa parçekirinê kirine bin bîra gelê tirk. Hinek xwe tenê xwediyê vî welatî dibînin û kesên din ji xwe re kirine dijmin. Weke KESK em piştgirî didin berxwedana dayikên xwe û dibêjin ku timik em ê li cem wan bin."   'BILA ÊDÎ WEZÎRÊ EDALETÊ ME BIBIHÎZE"   Hevjîna Îbrahîm Alkan ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye  Dilşah Alkan jî spasiya kesên ku serdana wan kirine kir û ev tişt anîn ziman: "Bi piştgiriya didine me em bihêztir dibin. 90 roj in em rûdinin û tenê edaletê dixwazin. Êdî bes e bila êdî Wezîrê Edaletê dengê me bibihîze. Heta ku daxwazên me bên bersivandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku noqitek xwîn di laşê me de hebe em ê li vir bin."   'BILA HEMÛ DINYA ME BIBIHÎZE'   Alkan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Em li girtîgehan mirinan naxwazin. Bila girtiyên nexweş bên berdan û li malên xwe tedawî bibin. Bila herkes dengê me bibihîze, hemû dinya dengê me bibihîze. Li Tirkiyeyê edalet tune ye lê dîsa jî em ji bo edaletê têdikoşin. Daxwazên me yên edaletê nayên bihîstin."   ÎZMÎR   Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 22'yemîn berdewam dike. Xizma girtiyê nexweş Turkan Yildirim ku tevlî nobetê bû, diyar kir ku agahî ji girtiyên ku sewqî Girtîgeha Şakran û Kiriklarê bûne nagirin. Yildirim, da zanîn ku bi pêkanînên nû yên telefonan tecrîda li girtîgehan hatiye girankirin û xwest ku raya giştî dengê xwe li dijî şert û pêkanînên li girtîgehan ku gihîştine asta îşkenceyê bilind bike.    'EM Ê JÎ QEBÛL NEKIN'   Yildirim, destnîşan kir ku xizmê wê Abdûrahman Yildirim 26 sal û birayê wê Abdulbahrî Yildirim jî 29 sal in girtî ne û gelek nexweşiyên wan hene û ev tişt got: "Gelek girtiyên nexweş ên giran nayên berdan. Di nav girtîgehê de girtîgeh ava kirine. Girtî nikarin bi hev re hevdîtin bikin. Ji bo telefonê ji girtiyan wêneyê kesê ku pê re biaxivin dixwazin. Tiştek wiha nabe. Hevalên me qebûl nekirine em ê jî qebûl nekin. Hemû mafên me yên mirovî ji me digirin. Li dijî van zextan li girtîgehê greva birçîbûnê heye. Rewşa wan ne baş e. Em bangî tevahiya raya giştî dikin. Jiyaneke mirovane mafê herkesî ye."