Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin 2022-03-14 21:14:26         AMED - Li gundê Zorava yê Sûrê welatiyan Newroz pîroz kir.    Li Amedê amadekariyên ji bo Newrozê bênavber didomin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sûrê ji bo welatiyan vexwîne Newrozê çû gundê Zorava yê Sûrê. Gundiyan bi coşeke mezin HDP'î pêşwazî kirin.   Welatiyan li gund agirê Newrozê vê xist û li gor agir govend gerandin. Di dema pîrozbahiyê dirûşmeyênw ekî" Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.