Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê 2022-03-14 22:23:54       ÎZMÎR – Li Îzmîrê agirê ewil ê Newrozê li Taxa Çîmentepe ya navçeya Konakê hat vêxistin.    Li Îzmîrê Newroz dê di 20'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin. Xebatên ji bo Newrozê bênavber didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çaçroveya xebatan de li nûnertiya Taxa Çîmentepe ya Konakê hevdîtin bi gel re kir.   Di hevdîtinê de Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî her kesî vexwand mîtînag Newrozê. Piştî civîna bi gel re li ber nûnertiya partiyê agirê Newrozê hat vêxistin û li dor agir govend hat gerandin.