ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-15 09:00:40 * Welatiyên ku di sala 1992'yan de li Cizîrê tevî hemû êrişan jî agirê Newrozê vêxistibûn gotin: "Wê rojê çi kirin jî nikaribûn vîna gel bişikînin."  * Secan Kûrkût diyar kir ku Newroz ji bo her kesî cejn e, lê ji bo wê rojeke "êşbar" e û got: "Kesên îsal biçin Newrozê bila Kemal ji bîr nekin. Her cara ku agirê Newrozê bê vêxistin bila Kemal bê bîra wan, bila neyê jibîrkirin."    * Siyasetmedar Abdurrahman Dogar ê ku di pîrozbahiya Newroza sala 2008’an de li Wanê serokê DTP’a Wanê bû û di wê Newrozê de xelk hat îşkencekirin got: “Kurd astengî û qedexeyên li pêşiya Newrozê nas nakin. Çi dibe bila bibe dîsa jî pîroz dikin.”   * Necîme Yaşarer a beriya 30 salan bi zarokên xwe re tevli pîrozbahiya Newrozê ya ewil bûbû, niha xwe amade dike ku bi nêviyên xwe re tevlî Newrozê bibe. Yaşarer, her kesî vexwend Newrozê û wiha got: “Newroz, yekitî, aştî û hebûna Kurdistanê ye. Divê em biçin Newrozê û ji 7 salî heta 70’ê salî qadan dagirin.”   * Şêniyên navçeya Bazîdê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya dê di 20’ê mehê de bê pîrozkirin axivîn û gotin: “Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye. Bila ev newroz bibe wesîleya azadiyê.”    * Dîroknas Prof. Dr. Hamît Bozarslan diyar kir ku heke şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dibe ku cîhan 10 salan bikeve şerê gerîlatiyê û wiha got: “Di heman demê de Putîn, Tirkiye neçarî xwe kir û xiste xefikê.”    * Aynûr Karatay a ku du zarokên wê û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dane, 2 zarokên wê di girtîgehê de ne û herî dawî jî cenazeyê keça wê Sitî di nava qûtiyekê de dan wê wiha got: “Ez dayika egîdan im, serbilind im û li ser pêya me.”   * Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê jî pirsgirêkên jinan heman pirsgirêk in û wiha got: “Pêdiviya jinan bi yekitî û yekhelwestiyê heye. Heke em xwedî li hev derkevin û hêza xwe bikin yek, em ê bikarin li dijî vê zîhniyetê têbikoşîn.”    * Li navçeya Pirsûsê di 2013'an de hatibû îdiakirin ku "çewalek bombeyan" hatiye dîtin. Nivîskar û rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy ku 8 sal in ji ber vê îdiayê tê darizandin got: "Li holê delîlek berbiçav tune ye, tenê sêwirandin e."    * Bavê Hakan Arslanê ku piştî 5 salan li Sûrê hestiyên wî hatin derxistin got: "Em dixwazin hestiyên xwe wergirin û veşêrin da êşa me hebikekî sivik bibe."    * Berdevkê TDÎ’yê Ertan Çita qala kampanyaya “Azadî ji girtiyên nexweş re” kir û wiha got: “Çi eleqeya ATK’ê bi zanist û tipê re nemaye. Me bi çalakiyên xwe xwest ku biryarên nerast ên ATK’ê teşhîr bikin.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 372'emîn de berdewam bike.   * Yekîtiya Karker Kedkar dê li Odeya Endezyarên Ceyranê ya li navçeya Şîşliya Stenbolê sazûmankariya xwe ragihîne. (12.00)   * Îro pîrozbahiya ewil a Newrozê li navçeya Elkê ya Şirnexê tê lidarxistin. (ZINDÎ), Her wiha dê li gelek bajarên din jî xebatên amadekariyên Newrozê werin kirin. (12.00.19.00)   * DTSO, Fûara Mezopotamyayê û ALZ Group dê li Navenda Fûar û Kongreyê vekirina Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê ya 13'emîn bikin. (12.00)   * HDP û CHP dê komcivînên xwe yên li Meclisê li dar bixin. (12.45/13.40)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (12.30-16.00)   * Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Egeyê dê li dijî zem û bihakirina her tiştî li Meydana Cumhuriyetê ya Îzmîrê mitîng li dar bixe. (13.00)