Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye 2022-03-15 09:10:43 AGIRÎ - Şêniyên navçeya Bazîdê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya dê di 20’ê mehê de bê pîrozkirin axivîn û gotin: “Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye. Bila ev newroz bibe wesîleya azadiyê.”  Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” dê li 72 navendan bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê li gelek navçe û bajaran berdewam dikin. Yek ji cihên ku pîrozbahiya Newrozê bi coş û girseyî lê derbas dibe navçeya Bazîda Agiriyê ye. Li Bazîdê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê amadekarî berdewam dikin. Wê pîrozbahî li otoparka pişt avahiya şaredariyê were pîrozkirin. Şêniyên navçeyê xwest ku Newroza îsal bibe wesîleya aştî û azadiyê.    DAXWAZA AZADIYÊ YA KRUDAN    Ahmet Kandemîr diyar kir ku Newroz ji bo kurdan xwedî wateyek girîng îfade dike û got: “Divê gelê me xwedî li Newrozê derkeve. Divê kurd li gorî kevneşopiyên xwe Newrozê pîroz bikin. Em dixwazin Newroza îsal bibe wesîleya siyasetmedarên me girtî û azadiya gelê kurd.”    Mehmet Can jî anî ziman ku ew dixwaze Newroz bibe wesîleya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û ew dixwaze div ê Newrozê de aştî û edalet pêk were.    ‘JI BO AZADIYÊ ROJA SERHILDANÊ YE’    Mûrat Îsmaîlogullari jî da zanîn ku divê  êdî siyasetmedarên kurd ên girtî bên berdan û ew vê daxwazê li qada Newrozê qîr bikin û got: “Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye. Bila êdî ev şer biqede û xwîn neherike. Ez hêvî dikim ku wê Newroza îsal aştî û aramiyê bîne ser axa me.”    BILA ŞER BI DAWÎ BIBE    Ercan Baybût jî diyar kir ku ew dixwaze Newroz bibe wesîleya bidawîkirina şer û kedxwariyê û ew ê daxwazên xwe yên statûya ji bo gelê kurd di vê Newrozê de bînin ziman. Baybut got êdî ew naxwazin însan bên kuştin û bila şer bi dawî bibe.    NEWROZA YEKÎTIYÊ    Şahîn Kartal jî desnîşan kir ku Newroz dikare bibe wesîleya aştiyê û got: “Ez dixwazim ev Newroz bibe Newroza yekîtî, bihevrebûnê, aştî û aramiyê.”    ‘BILA NEWROZ BIBE WESÎLEYA AZADIYA GIRTIYAN’    Halîs Ozmen jî destnîşan kir ku bi hezaran kurd bi awayek dijhiqûqî girtî ne û her roj siyasetmedarên kurd hedef tên nîşandan. Ozmen anî ziman ku îro ew wateyê nadin ku çim bi hezaran kurd girtî ne û ew dixwazin ev Newroz bibe wesîleya azadiya girtiyên kurd.