Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin 2022-03-15 09:47:05   MÊRDÎN - Vedat Duyuş ê li Girtîgeha Qubînê tê ragirtin behsa binpêkirinên mafan ên diqewimin kir û diyar kir ku deriyê hewdarkirinê li ser wan hatiye girtin û ew di bin berf û baranê de hatine hiştin.    Vedat Duyuş (24) ê ji ber qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya di sala 2016’an de ji bo kar çû Antalyayê û li wir tê binçavkirin û girtin. Pişt re cezayê muebedê li Duyuş hat birîn. Niha ew li Kampûsa Girtîgeha Qubînê ya Êlihê girtî ye û behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin kir. Duyuş bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û binpêkirinên mafan ên diqewimin ragihand û ji ber vê yekê bang li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) kir.    XWESTIYE HEYETEK ÎHD’Ê BIÇE LÊKOLÎNÊ    Xwişka Duyuş, Xûnav Duyuş diyar kir ku rewşa kekê wê nebaş e û mafê wî yê telefonê yê 20 deqîqeyî bi 5 deqîqeyan re hatiye sînordarkirin. Duyuş da zanîn ku ji ber telefon hatiye qutkirin wê pêdiviyên kekê xwe jî nikaribûye pirs bike û got: “Kekê min wiha ji min re got, ‘Rewşa girtiyên siyasî nebaş e. Name û tiştên ji me re bi rêya kargoyê tên şandin nadin me. Paşde dişînin. Zext li me tên kirin. Heqaret li me tên kirin. Dema em derdikevin cihê hewadarkirinê, derî li ser medigirin. Em wê rojê 5 saet di bin berf û baranê de man’.”    Duyuş destnîşan kir ku kekê wê banga hestiyariyê li raya giştî kiriye û xwestiye ku şandeyek ÎHD’ê biçe girtîgehê lêkolînê bike. Duyuş anî ziman ku kekê wê gotiye heke pirsgirêk neyên çareserkirin dê dest bi greva birçîbûnê bikin.    JI BER HEVDÎTINA TELEFONÊ CEZA HAT BIRÎN    Dayika Duyuş, Fatma Duyuş jî anî ziman ku gelek caran gardiyanan bi ser qawişên girtiyan de digirin û kelûpelên wan belav dikin. Duyuş da zanîn ku beriya niha jî ji ber hevdîtina bi telefonê du meh cezayê dîsîplînê li kurê wê birîne û wiha got: “Tu heqê wan tune ye vê zilmê li zarokên me bikin. Em naxwazin zext li girtiyên me were kirin. Jixwe dîl hatine girtin. Jixwe ew û hevalên xwe li qawişê dimînin. Ev lêgerîn û serûbinkirina kelûpelê wan çi ye. Em naxwazin tiştên xerab li zarokên me bikin.”