Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn 2022-03-15 14:24:43   STENBOL - Ji ber retweeta ku li ser hesabê xwe yê medya sanal kiriye salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Zekiye Turkerî hat birîn.    Beriya niha ji ber parvekirinên li ser medya sanal bi angaşta "propagandaya rêxistinê" derbarê Rojnameger Zekiye Turkerî doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Turkerî û parêzerê xwe Erselan Aktan tevlî danişînê bûn. Di danişînê de Turkerî li dijî mutalaaya dozger ku di danişîna yekemîn de hatibû dayîn derket, sûcdariyên li xwe red kir û daxwaza beraeta xwe kir.    Piştî Turkerî parêzerê wê Aktan jî destnîşan kir ku Turkerî bi salan e rojnamegeriyê dike û parvekirinên mijara gotinê bi armanca agahî dayînê retweet kiriye û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Piştî Aktan dozger mutalaaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir. Heyeta dadgehê, piştî parastin û mutalaayê biryara xwe aşkera kir û salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Turkerî birî.    Her wiha heyeta dadgehê, bi angaşta ku ji parvekirinan ne poşman e înfazkirina cezayê li Turkerî birî taloq nekir.