Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin 2022-03-15 15:58:25 RIHA - Rêxistina HDP’a Rihayê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li navçeya Eyyubiye ya ku kêleka Keleha Rihayê ye agirê Newrozê vêxist.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li navçeya Eyyubiye ya Rihayê ku li kêleka Keleha Rihayê ye Newroz pîroz kir. HDP’ê bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” li pêş avahiya Rêxistina HDP’a Eyyubiyeyê agirê Newrozê vêxist û Newroz pîroz kir. Parlementerên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn.    BELAVOK HATIN BELAVKIRIN   Di pîrozbahiya bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir de, her tim dirûşmeyên “Bijî Newroz” , “Newroz pîroz be” hatin berzkirin. Welatiyên ku xwe bi ser agirê Newrozê re  avêtin, îşareta serkeftinê kirin û dirûşmeya Newroza îsal “Dem dema serkeftinê ye” berz kirin. Girseya ku bi erbaneyan re li dora agir govend gerandin, coşa xwe bi tililiyan anîn ziman. Piştî pîrozbahiya ku jin bi cilên xwe yên rengîn tevlî bûn, ji bo Newroza ku bi awayekî girseyî di 20’ê Adarê de were pîrozkirin, belavok hatin belavkirin. Belavkirina belavokan li Platoya Gola Bimasî bi dawî bû.    WÊ LI SÊ NAVENDAN NEWROZ WERE PÎROZKIRIN   Li bajêr wê ewilî bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê Omer Ocalan di 19’ê Adarê de li navçeya Pirsûsê bi awayekî girseyî Newroz were pîrozkirin. Dê di 20’ê Adarê de jî bi tevlîbûna Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li navenda Rihayê wê di 21’ê Adarê de jî dîsa bi tevlîbûna Omer Ocalan li navçeya Wêranşarê bi awayekî girseyî were pîrozkirin.