Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran 2022-03-15 16:07:41 STENBOL - Yekitiya Kedkar û Karkeran ku mezinkirin û hevparkirina têkoşîna kedkar û karkeran hedef dike, damezrandina xwe ragihand. Di daxuyaniyê de banga têkoşînê li hemû aliyan hat kirin.    Li Stenbolê 20 sazî bi şîara "Wê karker-kedkar bibine yek, sermayeyê têk bibin" li Odeya Endezyarên Ceyranê ya Stenbolê hatin gel hev û bi civîneke çapameniyê Yekitiya Kedkar û Karkeran ragihandin. Di civînê de pankarta  "Wê karker-kedkar bibine yek, sermayeyê têk bibin, Yekitiya Kedkar û Karkeran bi rê dikeve". Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîn Çîçek û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek kes tevlî civînê bûn.    PEYWIRA ŞOREŞGERAN   Di civînê de daxuyaniya hevpar ku ji aliyê saziyan ve hatibû amadekirin ji aliyê Kûtay Soybîl ve hat xwendin. Soybîl, diyar kir hemû pirsgirêkên ku pergala kedwariyê ya kapîtalîst ava kiriye tenê bi rêxistinbûna çîna karker a li dijî sermayeyê dikarin bên derbaskirin û wiha got: "Em hewldana nerehetiya karker û kedkaran a derketiye holê, ji bo çalakiyên ku têkoşîna çînê xurt bike û biguherîne tevgerekê weke peywireke bingehîn a hêzên pêşverû û hemû şoreşgeran dibînin. Em ji bo berxwedanên karkeran ên didomin û dibe ku bi pêş bikevin bi destkeftî encam bibin hewldan û aqilek kolektîf pêwîst dibînin."   Di berdewamê de Soybîl biryar û şertên hevpar ên li serê li hev kirine jî vegot û bang li hemû sazî û welatiyan ku dikarin di çarçoveya şert û hedefan de piştgirî bidin wan kir ku tevlî yekitiya wan bibin.    SAZIYÊN ÎMZE AVÊTINE    Saziyên îmze avêtine wiha ne: "Hevgirtina Karkerên Vardiya 4'emîn, Tevgera Karkeran a Yekbûyî (BH), Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Kongreya Karkerên Yekbûyî (BCC), Zemîna Karkeran a Yekbûyî (DYE), DEV TEKSTÎL, Karkerên Şoreşger, Komeleya Dostanî û Çandê (DKDER), Partiya Tevgera Karkeran (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Platforma KHK'iyan a Stenbolê, Partiya Karkeran a Bixwe, Koordînasyona Tevgera Karkeran, Kaldiraç, Tevgera Komunîst a Karkeran (Kovara Çalakî û Gotinan), Rojnameya Kirmizi, Helwesta Şoreşger a Proleter, SODAP, Sendîkaya Karkerên Metalê ya Hemû Otomotîv, Banga ji bo Cîhana Nû."