Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me 2022-03-15 16:55:47   AMED - Endamê Konseya Rêveber a Navendî yê TTB’ê Halîs Yerlîkaya polîtîkayên hikûmetê rexne kirin û got: “Em jî dixwazin van rojan wekî cejnan derbas bikin lê cejnên me bûne rojên berxwedana me.”   Xebatkarên tenduristiyê di bin navê Platforma Tendurîstiyê ya Amedê de, ji bo ku şert û mercên wan ên kar bên sererastkirin li pêşiya avahiya Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Konseya Rêveber a Navendî yê Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya, Hevserokê SES'a Amedê Şiyar Guldîken, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, Seroka Komeleya Xizmetên Civakî Bahrîye Eşmez û gelek rêveber û xebatkarên tendurîstiyê tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo maf û keda xwe di grevê de ne” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana kedkaran” û “Xizmeta civakî maf e, ne reklam e” hatin berzkirin.   KADROYÊN NEZAN   Seroka Komeleya Xizmetên Civakî Bahrîye Eşmez ewilî axivî, bertek nîşanî qadrobûna nezan û bêkêr da û wiha got: “Saziyên xizmetê bi kadroyên nezan hatine tijekirin. Ev yek asta xizmetan dixe, zirar dide xizmetê. Divê ev yek bê terkkirin, li gor maf û xurtbûnê kadro li van qadan bên bicihkirin.”   ‘XIZMETA CIVAKÎ DIKARE BI ZIMANÊ DAYIKÊ BÊ DAYÎN’   Endamê Konseya Rêveber a Navendî yê TTB’ê Halîs Yerlîkaya jî polîtîkayên hikûmetê rexne kir û têkildarî Roja Xizmetên Cîvakî a Cîhanê wiha axivî: “Em jî dixwazin van rojan wekî cejnan derbas bikin. Lê belê wek tê dîtin em di grevê de ne û ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Cejnên me bûne rojên berxwedana me. Em bawer dikin ku xizmeta civakî dikare bi awayekî wekhev, bêpere, zanebûn û bi zîmanê zikmakî bê dayîn.”   Piştî axaftinan çalakî bi lêdana çepikan bi dawî bû.