Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand 2022-03-15 16:56:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên Sûltan Mûrad ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyê bi navê Ebdurehman Ehmed revand û aqûbeta Ehmed nayê zanîn.    Koma Sûltan Mûrad ku girêdayî Tirkiyeyê ye, li Efrînê welatiyê bi navê Ebdurehman Ehmed (33) ku weke Ebdo Helaq tê naskirin, li pêşiya dikana wî ya porbiriyê revand.    Çavkaniyên ji Efrînê ji ANHA’yê re ragihand ku Ebdurehman Ehmed ji gundê Bablîtê yê navenda Efrînê ye, bavê 2 zarokan e û li dikana xwe ya porbiriyê ya li ser rêya di navbera Efrîn û navçeya Racoyê de dixebitî.    Hat zanîn ku kesek nizane bê ka van koman Ehmed bi ku de biriye û aqûbeta wî nayê zanîn.