Amed amadekariyên Newroza mezin dike 2022-03-16 09:17:42 AMED - Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, diyar kirin ku amadekariyên Newroza Amedê bênavber didomin û gotin, dê bi coşa Newrozê "çileyê reş veguhere biharê."  Wekî her sal îsal jî her kes li benda Newroza Amedê ye. Newroza îsal dê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li Parka Newrozê bê pîrozkirin. Pîrozbahî dê saet di 9'ê sibehê dest pê bike û heya 5'ê êvarî bidome. Li bajêr xebatên ji bo pîrozbahiyê bênavber didomin. Li navçeyan û gundên wan agirê Newrozê tê geşkirin û li navenda bajêr jî bi afîşan gel tê vexwandin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan têkildarî amadekariyên ji bo Newrozê axivîn.    'DÊ ÇILEYÊ REŞ VEGUHERE BIHARÊ'   Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, anî ziman ku meha Adarê meh bilindkirina dengê welkhevî û azadiyê ye. Atasoy, bal kişand ser azadiya fizkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî û perwerdehiya ji bo zimanê zikmakî yên di deklerasyona Newrozê de cih girtine û got: "Her kes xwedî li deklerasyonê derket. Ev yek nîşan dide ku asta em gihaştinê pir girîng e. Em dibêjin 'dem dema serkeftinê ye', lewma em amadekariyên Newrozeke girîng dikin ku ji bo têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê kurd girîng e. Kombûna li dor vê dirûşmeyê, dê rasteqîniya kurdan a ku heya niha ji aliyês erdestan ve tune hatiye hesibandin baş nîşan bide. Em ê bi hev re li qadan Newrozeke ku çileyê reş vediguherîne biharê pêşwazî bikin."    BERXWEDAN   Atasoy, diyar kir ku dê di Newroza 2022'yan de careke din heqîqet û berxwedana gelê kurd berbiçav bibe û got: "Kurd dê li qadan, bi milyonan, beranberiya deklerasyonê bidin der. He sal girse xurtir dibe. Em ji zû de ye xebata ji bo Newrozê hem bi awayekî rêxistinbûyî hem bi awayekî teknîkî hem jî bi awayekî dîplomatîk didomînin. Em wisa bawer dikin ku dê li qadan beranberiya vê xebatê berbiçav bibe. Werin em bi hev re li dor tava Newrozê govendê bigerînin. Werin em bi hemû reng û dengên xwe stranan bibêjin."    XEBAT DIDOMIN   Hevserok Zeyyat Ceylan jî amadekariyên Newrozê yên li bajêr ragihandin. Ceylan, diyar kir ku amadekarî beriya Newrozê bi mehekê dest pê kirine û got: "Komîteya me ya amadekar 15-20 rojin hatiye avakirin û dest bi xebatan kiriye. Me ji bo Newroza Amedê di 8'ê Adarê de serlêdana fermî kir. Hê nehatiye bersivandin, lê parêzerên me pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ji bo em karên xwe yên teknîkî biqedînin niha em li benda encama serlêdana fermî ne. Me ji bo karên teknîkî jî komîteyek ava kir. Her wiha komîsyoneke me ya dîplomasiyê jî heye. Hefteyeke xebatên me yên tadîlatê yên li qada Newrozê didomin. Heya niha me 100 hezar belavok amade kirine û em tevî hevalên xw evan belavokan mal bi mal belav dikin. Me li navenda bajêr li nêzî 30 deverî pankartên ji bo Newrozê daliqandin. Her wiha em kolanên herî qelebalix jî dixemilînin ji bo Newrozê. Îsal me ji bo ewlehiyê zêdetirî 600 heval li qada Newrozê peywirdar kirine. Hevalên me her roj diçin qada Newrozê û kêmasiyên di warê ewlehiya qadê û kêmasiyên dikê tespît dikin. Armanca me em bê kêmasî Newrozê pîroz bikin."    ‘DÊ JI HER DERÊ KURDISTANÊ BÊ DÎTIN'   Ceylan, destnîşan kir ku ji bo agirê Newroza Amedê ji tevahiya herêmê bê dîtin bênavber dixebitin û got: "Me ji Ewropa, Rojhilata Navîn, Başûr, Rojhilat, Rojava û Tirkiyeyê gelek nivîskar, rewşenbîr, burokrat û gelek sazî vexwandine. Dê agirê Newroza Amedê ji her derê Kurdistanê bê xuyakirin. Newroza Amedê di warê çalakiyeke girseyî de çalakiya Newrozê ya herî griseyî ye. Ji roja roj de her diçe girseya wê zêdetir dibe. Ji bo vê em minêkar in ji bo gelê xwe. Em bawer dikin dê îsal jî bi milyonan kes tevli pîrozbahiyê bibe."    MA / Ergîn Çaglar