Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik 2022-03-16 09:24:42 AMED - Sabriye Anik, diya Bîşeng Anik ku di Newroza 1992'yan a Şirnexê de hatibû qetilkirin, got: "Bîşengek çû, bi sedhezaran Bîşeng çêbûn. Bi sedhezaran Bîşengên min hene. Ev besî min e."  Di nav pîrozbahiyên Newrozê yên heta niha hatine kirin, pîrozbahiyên sala 1992'yan xwedî wateyeke cuda ne. Di Newroza 92'yan, tevî hemû qedexe û astengiyan jî bi hezaran kes daketibûn qadan û Newrozê pîroz kiribûn. Lê di vê salê de gelek komkujî jî çêbûbûn. Ji deverên ku Newroz bi berxwedaneke mezin hatin pîrozkirin yek jê jî Şirnex bû. Beriya Newrozê bi çend rojan navenda bajêr ji aliyê esker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Roja Newrozê jî hema bibêje nava bajêr veguherîbû qada şer. Ji wesayîtên zirxî yên li gelek deverên bajêr hatibûn bicihkirin bajar hatibû guleberankirin û di van guleberanan de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn. Li gor hin çavkaniyan êrişên li bajêr 3 rojan, li gor hin çavkaniyan jî hefteyekê dewam kiribûn. Li gor hejmarên fermî 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn, lê ev hejmar heya niha tam nehatiye zelalkirin.    BÎŞENG ANIK   Ji xeynî kesên jiyana xwe ji dest dabûn bi dehan kes jî hatibûn binçavkirin û bi hezaran kes jî ji bêgavî koç kiribûn. Ji kesên hatibûn qetlkirin yek jê jî Bîşeng Anik a 17 salî bû. Anik ku bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, bû sembola Newroza 92'yan a Şirnexê ku wekî "Newroza Berxwedanê" tê zanîn.    Bûyera qetilkirina Anikê di hevpeyvîna Hesêbgirê SHP'ê Ziya Halîs de ku wê demê li navenda bajêr lêkolîn kiribûn de jî cih girtibû. Halîs, di hevpeyvîna xwe de diyar kiriye ku bi daxwaza malbata Anikê telefonî waliyê wê demê Mûstafa Malay kiriye û walî jê re gotiye, "Pir xemgîn im. Sedema mirina wê ne îşkence ye. Keça me ya ciwan nerihet bûye û ji bo îstirhet bike wê danîne ser nivîna polîsê nobedar. Li wir demançeya polîs di bin balîfê de bûye. Keçikê rahiştiye demançeyê û bera serê xwe daye. Ev keçik dibû ku gelek kesan birîndar bike, lê wisa xuya ye xwe kuştiye. Dozger û bijîşkê dewletê diyar kirine ku xwe kuştiye. Hin kes dibêjin bi îşkenceyê hatiye kuştin, ev angaştine derew in."    MIKURHATIN   Lê piştî wextekê îtirafkarekî angaştên walî pûç kirine. Mûrat Îpek ku di sala 1991'ê de gava xwestiye tevli nav PKK'ê bibe lê li Şirnexê hatiye binçavkirin û paşê bûye îtirafkar û tevli îşkenceya li midûriyeta polîsan bûye, li xwe mikur hatiye ku gava Anik di nezaretxaneyê de di xew de bûye wî bera serê wê daye.    Piştî çend rojan cenazeyê Anikê radestî malbatê hatiye kirin. Gava cenaze radestî malbatê hatiye kirin di nava destê Anikê de berzendika wê ya kesk û sor û zer hebûye.    BERXWEDANA KEÇA WÊ   Malbata Bîşeng Anikê jî piştî bûyeran bi hefteyekê ji ber ku xaniyê wan hatibû şewitandin ji bêgavî koç kiribû. Malbat bar kiribû hatibû Amedê.    Dayik Sabriye Anik, behsa keça xwe û tiştên wê demê qewimîbûn kir.    Dayik Anik, anî ziman ku îtirafkarî li keça wê hatiye ferzkirin, lê çendî bedena keça wê hatibû perçekirin jî keça wê ev yek qebûl nekiriye û got: "Bi berxwedana wê bi hezaran kes filitîn. Ser da, lê sir neda. Piştî çend rojan perçeyên laşê wê dan me."   Dayik Anik, bilêv kir ku roja Newrozê eskeran hemû kesên derdiketin derve gulebaran kirine û kuştine û wiha behsa binçavkirina keça xwe kir: "Ji lîseyê derketin û dest bi gulebarankirinê kirin. Di wê gulebaranê de 2 hevalên wê hatin kuştin. Ew jî dê bi jinên din re bimeşiyana. Ji ber wê meşê hemû kesan binçav kirin. Bîşengê jî xwe ji bo wan feda kir. Ji eskeran re gotiye, 'Wan berdin, min meş amade kir.' Ger wisa negotana wê hemûyan bikuştanan."   ‘BI SEDHEZARAN BÎŞENGÊN MIN HENE'   Anik, anî ziman ku ji ber qedexeya derketina derve 8 rojan di mal de mane û paşê ji wê re gotine "keça te xwe kuştiye, werin cenazeyê wê bibin." Anik, bilêv kir ku berzendika kesk û sor û zer a di zenda keça wê de tim li serê xwe digerîne û got: "Ji tu tiştî neditirsiya. Ger min zanibûna dê tiştekî wiha bînin serê keça min, ez ê biçûma ber midûriyeta polîsan û min ê agir berdana bedena xwe. Li welatên din wêneyên wê hene. Lê li vira li ku wêneyên wê dîtin qetandin."    Dayik Anik, diyar kir ku wê demê ji bo mirina keça xwe çûye cem dozgerekî û gotiye, "We ew kuşt, derewan nekin. Bîşengek çû, bi sedhezran Bîşeng çêbûn. Bi sedhezaran Bîşengên min hene. Ev besî min e."    Anik, destnîşan kir ku tevî hemû êş û azaran jî Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin û got: "Ez çi qasî biçim Newrozê jî têr nabim. Em ê îsal bi ser bikevin."    MA / Mehmet Guleş - Ceylan Şahînlî