Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye 2022-03-16 10:31:42 ENQERE - Siyasetmedar Mahmût Alinak ê têkiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê di salvegera Komkujiya Helebçeyê de nirxand, wiha got: “Tişta ji bo malbata Barzanî girîng berjewendiyên wan e. Derdekî wan ê neteweyî nîne. Başûrê Kurdistana ku beriya niha mêtingeha Iraqê bû, çi heyfe ku îro mêtingeha Tirkiyeyê ye.” Hevdîtina ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federe Neçîrvan Barzanî di 12’ê Adarê de li Antalyayê kir, weke “operasyoneke derveyî sînor a nû” ya li dijî Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê nirxandin. Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak ê ev hevdîtina rastî salvegera Komkujiya Helebçeyê hat nirxand, bi lêv kir ku Herêma Kurdistanê vegeriyaye mêtingeha Tirkiyeyê.    ‘DEWLET JI BO GELAN NE ÇARESERÎ YE’   Alinak, diyar kir ku protokola di sala 1982’yan de di navbera PKK’ê û PDK’ê de hatibû îmzekirin, bêerk hatiye hiştin û anî ziman ku çareseriya pirsgirêkan a bi rêya çekan ne rast e. Alinak, destnîşan kir ku dewlet ji bo gelan ne çareseriye, çareserî bêîtaetiya sivîl e û wiha got: “Begên feodal û burjuva ne ji bo gelan ji bo berjewendiyên xwe dewletan ava dikin. Weke li Tirkiyeyê û Îranê jî tê dîtin gel tu deman di jiyana begên feodal û burjuva de nînin. Kurdistaniyên ku li Îranê dijîn jî di rêveberiyê de ne xwedî biryar in. Li wir dîktatoriyek hat avakirin û bi salane ciwan bi darvekirinê tên qetilkirin. Heman rewş ji bo Kurdistana Başûr jî derbasdar e. Gelê kurd ê li Başûr bi salan ji bo dewleta wan çêbibe têkoşiyan. Ji bo ji zilma Seddam xelas bin xwin rijandin, can dan û bi saya şertên navnetewî li wir dewleteke federe ava kirin. Lê ev dewlet bû dewleta malbata Barzanî û Talabaniyan.”     Alinak, destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê ji bilî mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî, mafên din ên bingehîn tên xespkirin û wiha berdewam kir: “Hemû dewlemendiya welat ji bo du malbatan tenê tê. Gel xwedî gotin û biryar nîne. Li gor berê tenê tiştê hatiye guhertin, darê li ser serê gel e. Di dewleteke ku were avakirin ma dê gel bibe xwedî maf an jî wê ev hêz di destê hin kesan de be? Tişta girîng ev e.”    ‘KURDISTAN MÊTINGEHA TIRKIYEYÊ YE’   Alinak, da zanîn ku malbata Barzanî li Tirkiyeyê xwediyê mal û milkên bi bihayê zêdetir ji milyar dolaran e, yek ji sedemên nêzîkbûna têkiliyên ligel Tirkiyeyê jî ev e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Va rojên derbasbûyî Neçîrvan Barzanî hat Tirkiyeyê. Li rex Tayîp Erdogan kesekî ewqas reben hebû ku ala welatê wî jî tune hatibû hesibandin û di bin ala Tirkiyeyê de wêne kişand. Tişta ji bo malbata Barzanî girîng berjewendiyên wan e. Derdekî wan ê netewî nîne. Ji ber vê yekê Başûrê Kurdistana di serdema Baasê de mêtingeha Iraqê bû, heyfe ku îro mêtingeha Tirkiyeyê ye. Statuya mêtingehiyê ya li Başûrê Kurdistanê nehatiye şikandin. Gel azad nebûye.”   ‘DIVÊ ÎXANETA NAVXWEYÎ Û HEVKARÎ WERE HERAMKIRIN’   Alinak, bi bîr xist ku Komara Kurdan a ewil Komara Kurd a Mehabad ku di sala 1946’an de ji aliyê Qazî Muhammed ve hat damezrandin ji aliyê hêzên navnetewî û îxaneta navxweyî ve hat hilweşandin û got: “Çi heyfe ku hevkarên kurd ji bo ku Qazî Muhammed û hevrêyên wî werin darvekirin îmze kom kirin û çûn ber deriyê Şah. Bi hilweşandina Komarê kurd dîsa ketin bin zordariya Dewleta Îranê û ew zordarî hêj jî didome. Kurd ji sala 1814’an ve rastî îxaneta navxweyî hatine û di dîrokê de jî her tim bedele vê dane. Divê tevgerên siyasî yên kurd di mijara hevkariyê de projeyên bibandor ava bikin û van heram bikin.”   ‘PDK’Ê LI ŞENGALÊ ÇEK KOMKIRIN’   Alinak, bi bîr xist ku di êrişa DAIŞ’ê ya sala 2014’an a li ser Şengalê de bi hezaran êzdî hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Min wê demê biryar da ku ez biçim Şengalê lê ez ji Deriyê Sînor ê Xabûr hatim vegerandin. Armanca min bi hevalên xwe re li wê derê ji êzdiyan re bibin mertalên zindî bû. Ez da ji rayagiştî ya cîhanê û Kurdistaniyan re banga ‘Werin Şengalê’ bikim lê vegerandin.” Alinak, bi lêv kir ku wê demê çûbû serdana wargehên ezdiyan ên li navçeyên Cizîr û Silopiyayê û serpêhatiyeke xwe ya wê demê wiha vegot: “Dema em bi êzdiyan re axivîn ez matmayî mam. Beriya hefteyekê ku êrişî êzidiyan bikin, fermandarên PDK’î çûne gundên Şengalê û çekên gel komkirin e. Ji wan re gotine ‘ev çek kevin in, em ê çekên nû ji we re bînin’. Piştî ku êriş li wan hat kirin jî fermandarên ku çek komkiribûn ji herêmê reviyan û çûn. Ev tişta qewimî jî hevkariya komkujiyê derdixîne holê.”   ‘PDK’Ê PÊŞEROJA XWE GIRÊDAYÎ DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê KIR’   Alinak, bi bîr xist ku her çar perçeyên Kurdistanê di bin mêtingeriyê de ne û wiha domand: “PDK tenê siyaseta kurd a navênda wê Başûr e bi rê ve dibe. Sedemê vê jî mirov dikare bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê aşkera bike. Pêşeroja xwe girêdayî desthilata AKP’ê û MHP’ê kirine. Hewl didin di bin sîwana Tirkiyeyê serweriya xwe bidomînin. Alinak, diyar kir ku Tirkiye û PDK’ê liser dijberiya PKK’ê li hev kirine, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengal û Mexmûrê yên bi piştevaniya PDK’ê nîşaneya vê ne û ev tişt gotin: “Ez bawer dikim ku şûna PKK’ê tevgereke din a têkoşîna sivîl esas digirt û ji bo encamgirtinê bi biryar buya jî wê PDK dîsa heman helwestê nîşan bide. Ji ber ku ya PDK’ê araste dike ne berjerwendiyên gelê kurd in. Encamên ku ev yek derxîne holê jî wê ji bo kurdên li her çar perçeyên kurdistanê zor û zehmet bin.”   Alinak, destnîşan kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê statuyekê bi dest bixe bedel da, xwîn da û wiha axivî: “Gelê kurd li malbata Barzanî xwedî derdikeve, lê ew şûna ku deynê xwe bidin mal û milkê gel dizîn. Wê demê çi ferqa we ji olîgarkên li Tirkiyeyê û Rûsyayê dimîne. Di vê mijarê de peywîreke girîng dikeve berê rewşenbîr û nivîskaran. Divê em bi israr bêjin dewlet tena serê xwe têra nake. Divê em li dijî êşîrparêzî û paşverûtiyê têbikoşin projeyên sivîl ên ku gel agahdar bikin têxin meriyetê. Pêwistî bi tevgereke rewşenbîran heye.”   ‘DIVÊ HÛN BERÊ XWE BIDIN RAYA ME YA GIŞTÎ’   Alinak, qala şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê diqewime jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêvajoya şer ji bo kurdan bi tejî mînak in. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) nezî 500 Ûkraynayî hatin kuştin û hemû cîhan rabû ser pêyan. Ya kurd? Ji Koçgirî heta Komkujiya Zîlan, ji Komkujiya Dêrsim heta Roboskê gelek komkujî pêk hatin û bi hezaran mirov hatin qetilkirin, lê dengek jî ji cîhanê derneket. Demekê em bi Orhan Dogan re çûn Swîsreyê bi Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY’yê re hevdîtin kirin. Ji me re got ku ‘Li hestiyariya dewletan a derbarê kurdan de nenêrin. Yên me polîtîkayeke dû rû dimeşînin. Tişta ku me û dewletên me araste dike berjewendiyên me ne. Divê hûn kurd berê xwe bidin raya me ya giştî. Heke hûn vê bikin wê dewletên me paş ve gavê biavêjin.’ Tespîteke di cih de bû.”