DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin 2022-03-16 10:32:22 AMED - Serokên DEVA û Partiya Pêşerojê yên Amedê, diyar kirin ku piştgirî didin daxwazên malbatên girtiyan ku Nobeta Edaletê digirin û xwestin ku bi mutabeqeta civakî zext li hikûmetê bê kirin.  Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 121'emîn de berdewam dike. Malbatan dema ku dest bi çalakiya xwe kirin her roj li Baroyê li hev diciviyan û nobed digirtin. Lê ev demeke nobeta xwe li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Edliyeya Amedê û Saziya Tipa Edlî (TK) a Amedê didomînin. Her wiha ji bo ku daxwazên bersiv bibînin serdana partiyên siyasî jî dikin. Serokên bajar ên Amedê yên Partiya Pêşerojê û Partiya Pêngav û Demokrasiyê (DEVA) ku malbatan serdana wan kiriye, derbarê daxwazên malbatan de nirxandin kirin.    ULSEN: JIYANA MIROVAN MIJARA GOTINÊ YE   Serokê Partiya Pêngav û Demokrasiyê (DEVA) yê Bajar ê Amedê Cîhan Ulsen, diyar kir ku rexmî rewşa girtiyên nexweş yek ji mijarên girîng ên welat e jî baş nakeve rojeva raya giştî û wiha got: "Dema ku daxwazên kurdan çêdibin ji ber ku tenê daxwazên kurdan in nayên dîtin. Meseleya girtiyên nexweş hemû mirovên Tirkiyeyê eleqedar dike û divê herkes li cem daxwazên wan bin. Lewre li vir jiyana mirovan mijara gotinê ye. Ji ber zexta desthilatê mixabin dengê girtiyên nexweş baş nayê bihîstin. Heke şertên Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bên bêyî ku sererastkirineke qanûnî bê kirin divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Lê ji ber ku 5-6 sal in ji dewleta hiqûqê derbasî dewleta polisan bûye qanûn pêk nayên. Ji ber ku daxwazên edaletê nayên bersivandin neçareserî belavî qadên din jî dibe. Heta ku edalet pêk neyê wê qrîza aborî û pirsgirêkên din dê neyên çareserkirin."   'DIVÊ MUXALEFET NEHEQIYÊ BÎNE ZIMAN'   Di berdewamê de Ulsen, destnîşan kir ku neheqiyeke mezin li girtîgehan heye û ev tişt anîn ziman: "Her roj agahiya mirovekê ji girtîgehan tê. Niha rewşeke wiha lezgîn heye. Divê bi tiştên din re mijûl nebin. Ji bo vê divê demildest rewşa girtiyên nexweş bên rojeva meclisê. Kareke mezin dikeve ser milê muxalefetê. Divê neheqiyên li vir timik bîne ziman. Ji ber ku em li desthilatê ne nikarin gavên şênber biavêjin. Lê me soz daye ku em li cem girtiyên nexweş bin, piştevaniya wan bikin û dengê wan bilind bikin. Daxwaza malbatan jî ev e. Ji bo vê tişta ji destê me bê em ê bikin. Weke DEVA em li cem dayikên xwe ne."   ALTAÇ: DARAZ GIRÊDAYÎ DESTHILATÊ YE    Serokê Partiya Pêşerojê yê Bajar ê Amedê Aydin Altaç jî da bi lêv kir ku daraz biryarên adil nagire û di bin zexta desthilata siyasî de ye wiha got: "Desthilat darazê areste dike. Dema ku cezayê mirovan qediya divê azad bibin. Di mijara girtiyên nexweş de bêhiqûqiyên mezin hene. Divê Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) bê rakirin. MTK mirovan mexdûr dike. Hem ji ber temenê xwe hem jî ji ber nexweşiyên xwe girtiyên ku nikarin li xwe binêrin hene. Ji ber raporên neyînî yên derbarê wan de bi dehan welatî nayên berdan û girtina wan berdewam dike."   'PIŞTIGIRYA CIVAKÎ PÊWÎSTE'   Altaç, destnîşan kir ku ji ber helwesta desthilatê rewşa girtiyên nexweş nayê çareserkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em ji AKP-MHP'ê û hevparên wan ên biçûk tiştekî hêvî nakin. Lewre sekna wan diyar e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyên nexweş dive piştgiriyeke micid a civakî hebe. Divê mutabeqeta civakî zext li hikûmetê bike. Divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl înîsiyatîf bigirin. Divê em piştgirî bidin daxwazên mafdar ên malbatan. Bêdengiya me nemirovî ye. Ez ê ji wan re hevdîtin bikim. Ez ê biçim çalakiya wan a li ber edliyeyê. Weke partî em ê li pêşiya binpêkirinên hemû mafan bibin bend û li ber xwe bidin."   MA / Eylem Akdag