Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide 2022-03-16 11:39:23   WAN - Nûnerên partiyên siyasî bang kirin ku li dora agirê Newrozê ku dê li Wanê were vêxistin bibin yek û wiha gotin: “Newroz, ji bo yekitiyê gelek girîng e. Gelê me wê peyamên pêwîst bide.”   Amadekariyên Newroza ku dê îsal bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li 72 navendan were pîrozkirin berdewam dikin. Yek ji navendên girîng ku dê Newroz lê were pîrozkirin jî Wan e. Agirê Newrozê wê di 20’ê Adarê de li ber keleha Wanê, di 17’ê Adarê de jî li Hala Sebze ya navçeya Erdîşê were vêxistin.    Nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr, bang kirin ku gel tevli pîrozbahiyên li Wan û Erdîşê bibin.   NEWROZ WÊ BIBE BERSIV   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gulderen Varli, xwest ku Newroz ji hemû gelan re aştî û azadiyê bîne û wiha got: “Bi gel re hêvî û azadî heye. Em bi hemû coşa xwe xebatên xwe dimeşînin. Di Newrozê de wê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xizanî û zilmê berxwedaneke mezin were nîşandan. Îro li ser Kurdan polîtîkayên zilm, zext û tecrîdê tên meşandin. Wê Newroz ji van polîtîkayan re bibe bersiv.  Em li benda gelê xwe ne ku bi heman coş û kelecanê werin qadan.”   WÊ ÎTÎRAZA GELAN BILIND BIBE   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Fikret Dogan jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û wiha axivî: “Mirovahî di hin serdeman de her tim li dijî neheqî û bêhiqûqiyê serî hildaye û xwe ji nû ve afirandî ye. Ji bo me jî Newroz remzeke wisa ye. Di Rojhilata Navîn de Newroz bi taybetî ji bo gelê kurd ‘nûjîn’ e. Em li Wanê xebatên xwe yên ku xwe bigihînin hemû civakê didomînin.” Dogan, destnîşan kir ku Newroz wê îtîraza li dijî tecrîda Îmrali, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û şer be û got: “Wê di Newrozê de peyamên gelê me yên zelal hebin. Wê li dijî van polîtîkayan îtîraza me hebe. Em di qada Newrozê de bi dengekî bilind bi gel re îtîraza xwe bînin ziman.”   DI VÊ JI 7 SALÎ HETA 70’Ê SALÎ HER KES LI WIR BE   Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç jî destnîşan kir ku meha Adarê ji bo kurdan meheke girîng e û wiha got: “Wê Newroza 2022’yan weke her car bi coşeke mezin were pîroz kirin. Kurdan her sal wateyeke cuda li Newrozê bar kirin û anîn van rojan. Bi rastî jî bi bedelên giran ên hatin dayîn Newroz hat van rojan. Dê Newroza 2022’yan bibe Newrozeke ku ji 7 salî heta 77 salî her kes kes biherike qadan. Em bawer dikin ku wê qêrîna hebûnê bi dengekî bilin ji hemû cîhanê re were ragihandin.”   WÊ GEL PEYAMÊ BIDE   Kamaç, destnîşan kir ku Newroz ji bo yekitiya tê xwestin di nava kurdan de were avakirin jî girîng e û wiha got: “Newroz, şewqdayîna wêneyê yekitiya neteweyî yê kurdan ê li qadê ye. Newroz ji bo yekitiyê wêneyekî girîng e. Em hêvî dikin ku Newroza îsal ji bo yekitiyê bibe gavek. Civak ji xwe wateya Newrozê dizane. Wê gelê me peyamên pêwîst bide.”   BERNAMEYA PÎROZBAHIYAN   Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Sezaî Temellî, Feleknas Ûca û Mûazzez Orhan wê weke axivîner tevli pîrozbahiya li ber Keleha Wanê bibin. Hunermend Lawje, Ayfer Duzdaş, Koma Pel û Elenora jî wê li ser dikê cihê xwe bigirin. Newroza Erdîşê ku wê parlementerên HDP’ê beşdar bin jî Koma Aryen û Talat Yeşîl wê li ser dike cihê xwe bigirin.