Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin 2022-03-16 13:37:19   MÊRDÎN - Endama YJA-Starê Şîlan Çîçek, di encama bombebarana artêşa Tirkiyeyê ya li ser Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Çîçek piştî 3 mehan karî cenazeyê keça xwe wergirin û cenaze li Mêrdînê definkirin.    Hêzên artêşa Tirkiyeyê di 11’ê kanûna 2021’an de li Çiyayê Bagok ê Nisêbîn a Mêrdînê dest bi operasyona leşkerî kiribûn û operasyon heta 15’ê kanûnê berdewam kir. Di encama bombebaranê de li Çiyayê Bagokê 6 endamên YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Ji cenazeyên endamên YJA-Starê yê Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) hatibûn wergirtin û yê 4 jinên din jî li Goristana Bêkesan hatibûn definkirin. Cenazeyên Betûl Dîlen (Dîcle) û Fatma Çîçek jî di dîrokên cuda de dan malbatên wan û cenaze dîsa hatin definkirin.    Cenazeyê endama YJA-Starê Şîlan Çîçek (Nûjiyan) jî piştî mînaka xwînê, duh dan malbata wê. Malbatê cenazeyê keça xwe duh bi şev ji Goristana Bêkesan a Artûkluyê wergirt û bir gundê Kurika Çeto yê Artûkluyê.    Cenazeyê Çîçek ji hêla malbat û xizmên wê ve li kêleka Denîz Orak hate definkirin.