Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir 2022-03-16 15:21:42 ENQERE - Saziya Venêrîniya Cemaweriyê, serlêdana ku ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 302 caran sewqî revîra girtîgehê û 374 caran jî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, bi angaşta ku raporên ATK'ê "ne li dijî qanûnê ne" red kir.    Serokwekîlên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç û Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê Fatma Kûrtûlan, ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) serî li Saziya Venêrîniya Cemaweriyê dabûn û xwestibûn ku rewşa Ozkan binirxîne û şertên berdana wî pêk bîne. Saziya Venêrîniya Cemaweriyê, serlêdana ku lê hatibû kirin, bi angaşta ku raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) "ne li dijî qanûnê ne" red kir.    AGAHIYÊN DI BIRYARÊ DE    Di biryara ku bi îmzeya Serokê Saziya Venêrîniya Cemaweriyê Şeref Malkoç hatiye dayîn û ji 34 rûpelan pêk tê de agahî hatiye dayîn ku Mehmet Emîn Ozkan heta niha 302 caran sewqî revîra girtîgehê û 374 caran jî sewqî nexweşxaneyên cuda hatiye kirin û nexweşiyên wî yên mîna dil, hîpertansiyon, KOAH, gûatr, kêm bihîstinê hene. Di biryarê de hatiye diyarkirin ku Ozkan bi kurê xwe Ahmet Ozkan re di heman qawişê de dimîne, sewqên wî bi kursiyê biteker tên kirin, ne di nav nivînan de ye û ji ber temenê wî pêwistiya wî bi alîkariya kesekî din heye û demên ku di meşê de zehmetî bibîne bi kursiyê biteker bi kar tîne.   MA / Berîvan Altan