Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin 2022-03-16 15:22:03   ENQERE - 9 fezlekeyên ku derbarê 8 parlamenterên HDP’ê û yekî CHP’ê de hatin amadekirin ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin.   9 fezlekeyên ku derbarê 8 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û yekî Partiya Gel a Komarê (CHP) de hatin amadekirin ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin. Tezkereyên fezlekeyan ku ji aliyê Serokkomar ve hatin şandin, ji Komîsyona Têkel a ku ji endamên Komîsyona Edalet û Destûra Bingehîn pêk tê re hatin şandin.   Navê parlamenterên ku derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: “Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Feleknas Ûca, parlamenterên HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Remziye Tosûn, Omer Farûk Gergerlîoglû, Sezaî Temellî, Nûsrettîn Maçîn, Alîcan Onlu û parlamentere CHP’ê Aykût Erdogdû.”