Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin 2022-03-16 15:36:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 34’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.    Bi munasebeta 34’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku bi komkujiyên vî rengî re hebûna gelê kurd hedef hatiye girtin.    ÊLIH   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê bi çalakiyekê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî. Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û gelek welatî amade bûn. Di çalakiyê de ji bo bîranîna qurbaniyan deqeyek rêz hate girtin û piştre jî find danîn ser wêneyên qurbaniyan.    Ayşe Acar Başaran li ser navê girseyê axivî û da zanîn ku di Komkujiya Helebçeyê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Başaran, diyar kir ku bi van komkujiyan re hebûna kurdan hedef hat girtin.    Piştî daxuyaniyê jî belgefîlma derheqê komkujiyê de hate temaşekirin.    AMED   Bi heman boneyê li Amedê jî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li pêşiya Bîrdariya Jiyanê ya li Koşuyolu ya Amedê çalakî li dar xist. Çalakvanan pankarta “Me Helebçe ji bîr nekiriye” vekiribûn. Di çalakiya bîranînê de endam û rêveberên TJA, HDP, Partiya Pêşerojê, DEVA, CHP û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîkan got ku dê Komkujiya Helebçeyê tu carî ji bîr nekin û hesabê ji kiryarên wan bipirsin.    Berdevkê Platformê Mehmet Candar jî anî ziman ku di şer de bedela herî giran jin, zarok û kedkar didin. Candar, dîroka Komkujiya Helebçeyê bi bîr xist û got ku dê tu carî ji bîr nekin. Piştre jî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û destnîşan kir ku birîna Helebçeyê hêj jî nekewiyaye û dê kesek nekare gelê kurd tune bike.    RIHA    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêweregê jî li Qada Kanlikuyuyê bi merasîmekî qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn. Di çalakiyê de kampanyaya “Em ê Helebçeyê ji bîr nekin” hatibû vekirin. Di çalakiyê de Berdevkê Demê yê Platformê Fırat Ayebe axivî û wiha got: “Komkujiya Helebçeyê, xeleka dawî û ya herî biêş a êrişên sîstematîk ên Sedam bû. Her çend ku dîktatoriya Sedam niha nebe jî, zîhniyeta wî hêj îro jî li dijî kurdan bi awayên cuda li ser kar e.”   Ayebe, qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr anî û da zanîn ku dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.    MÊRDÎN   Rêxistina HDP’a Mêrdînê jî têkildarî Komkujiya Helebçeyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qetlîamên li hemberî gele kurd nalet dikin” hatibû vekirin. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday di daxuyaniyê de destnîşan kir ku yên çekên kîmyewî didan sedam, yên ku Sedam ji bo êrişên wiha sor dikir û piştgirî didan jî şirîkên komkujiyê ne.    Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.    ŞIRNEX    Bi heman mebestê, Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî li pêşiya avahiya HDP’a Silopiyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, hevserokên rêxistin bajar û navçeyan ên HDP’ê, hevşaredarên Silopiyayê û gelek kes amade bûn.    Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Silopiyayê Yakup Taniş axivî û da zanîn ku Komkujiya Helebçeyê yek ji mezintirîn komkujiyên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hatiye kirin e. Taniş, destnîşan kir ku gelê kurd di tevahiya dîrokê de gelek caran bi qirkirinan re rû bi rû ma ye lê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedaye. Taniş, Qirkirina Enfalê û Komkujiya Helebçeyê lanet kir û hemû qurbaniyên wê bi bîr anî.    Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.