Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn 2022-03-16 17:06:42   STENBOL - Gelek sazî û rêxistinên sivîl bi minasebeta 34’emîn Komkujiya Helebçeyê û 44'emin salvegera Komkujiya Beyazitê daxuyanî dan û qurbaniyên her du komkujiyan bi bîr anîn.    Di 16'ê Adara 1988'an de Komkujiya Helebçeyê pêk hat û zêdetirî 5 hezar kurd têde jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya Beyazitê jî di 16'ê Adara 1978'an de pêk hat û têde 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Komeleya Hewldana 78'an, Rêxistina Ciwanên Zanîngehê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo 34’emîn Komkujiya Helebçeyê û 44'emin salvegera Komkujiya Beyazitê, li ber Fakulteya Dermangeriyê ya Zanîngeha Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên sazî û rêxistinên navborî û Berdewka HDK'ê Esengul Demîr tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya ku daxuyanî bê dayîn pêşiya faqulteyê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin.    Di bîranînê de pankartên "Em Komkojiya 16'ê Adarê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin”, “Em Komkojiya Helepçe û Beyazitê ji  bir nakin” hatin vekirin û gelek dovîzên mîna "Dayê bêhna sêvan tê" , "Komkojiya Helepçeyê nayê jibîrkirin" , "Bikaranîna çekên kimyewî sucê mirovahiyê ye", "Kimyasala Seddam bi faşîzma AKP'ê berdewam dike", "Li dijî komkojiyê serî hilde" û "Dîrokan wan komkojî û înkarê, dîroka me berxwedan e" hatin hildan. Di bîranînê de gelek caran diruşmên, "Beyazit goristan ji bo faşîstan" , "Helepçe goristan ji bo faşîstan" û “16'ê Adarê ji bîr neke û nede jibîrkirin” hatin berzkirin.   'TÊKOŞÎNA ME DIDOME '   Di daxuyaniyê de destpêkê nûnerê Komeleya Hewldana 78'an Hûseyîn Soylû û li ser navê Rêxistina Ciwanên Zanîngehê Ecem Kuçukdenîz axivîn. Soylû û Kuçukdenîz qurbaniyên her du komkujiyan bi bî ranîn û banga têkoşîna li dijî faşîzmê kirin.    Pîştî daxuyaniyê beşdaran merşa Beyazitê  xwendin.