Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e 2022-03-17 09:11:22 AMED - Şaredarê Sûrê yê berê Cezayîr Serîn ku şahidiya Newrozên bihişmet ên Amedê kiriye got: "Kurdan tim doza aştiyê kir. Heke aştî çêbibe, dê bi birêz Ocalan çêbibe."  Ji Newroza sala 2022'yan re tenê çend roj man e. Wekî her sal îsal jî çavê her kesî li Newroza Amedê ye ku dê bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê ya li navçeya navendî ya Rezanê bê pîrozkirin.    Cezayîr Serîn (71) ku di 18'ê Nîsana 1999'an de ji Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) bû Şaredarê Navçeya Sûra Amedê, têkildarî pîrozbahiyên Newrozê yên ji salên 90'an heya niha ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    NEWROZÊN ÇAXÊ ZAROKATIYÊ   Serîn, ragihand ku hê di zarokatiya xwe de tevli pîrozbahiyên Newrozê bûye û got: "Li gundan agir dihat vêxistin. Hinan digot dê bi agir re xirabî biçin, hinan digot dê heywanên wan zêde bibin û hinan jî digot dê nexweş nemînin. Lê em ji ber ku zarok bûn me pir fêm nedikir. Paşê em hîn bûn ku Newroz roja berxwedanê û û destkeftiyeke kurdan e. Me wê çaxê bihîst ku ji bo kurdan tê wateya hebûnê û tim tê pîrozkirin."    LI SÛRÊ AGIRÊ EWIL   Serîn, diyar kir ku piştî salên 1960'an bala wî çûye ser dîroka kurdan û bandor ji rewşenbîrên wekî Mûsa Anter girtiye. Serîn, bilêv kir ku wê çaxê tevî 4 hevalên xwe bi dizîka li Sûrê agirê Newrozê vêxistine û got: "Me li ser sûran agirê Newrozê vêxist. Wê çaxê gava te agir vêxistina û tu li cem bimana pir xetere bû. Ji lew re mirov dihatin gulebarankirin û kuştin. Me agir vêxist û em çûn me ji dûr ve lê mêze kir. Kelecana wê çaxê gelek tişt li me zêde kirin. Ev yek paşê wisa dewam kir."    GURBÛNA AGIRÊ NEWROZÊ   Serîn, bibîr xist di salên 1980'yan de agirê Newrozê li her derî gur dibû û got: "Wateya Newrozê di van salan de derket holê. Mirov li hev kom dibûn. Heya salên 1980'yan ne pir bûna jî lê sempatiyek gel ji bo Newrozê hebû. Li hemberî feraseta ku digot 'ez ê Neworzê bitepisînim' ruhekî berxwedanê hebû. Ew ruh hîn bêtir qewî bû û ji bo kurdan veguherî sembolekê."    DI SALÊN 90'AN DE AGIRÊ NEWROZÊ   Serîn, destnîşan kir ku her çûye Newroz veguheriye roja berxwedanê û got: "Her ku zext û zorî zêde bûne mirov di warê pîrozkirina Newrozê de hîn bêtir hemfikir bûne. Ev, di heman demê de veguherî rabûne li ber çewisandin. Newrozê her tim bîr û baweriya gelên bindest xurt kiriye."    Serîn, anî ziman ku di salên 1990'an de bi avakirina Partika Kedê ya Gel (HEP) re ji bo pîrozkirina Newrosê serlêdan kirine. Serîn, bilêv kir ku serlêdanên wan ewilî hatine qebûlkirin, lê paşê hatine redkirin û got: "Me cara ewil di asta partiyê de serlêdan kirin. Serdema Suleyman Demîrel û Erdal Înonu bû. Wekîlên me hevdîtin bi Demîrel re kiribûn. Lê hat betalkirin. Lê wekî berê me tevî gel li kuçe û taxên Amedê agirê Newrozê gur kir û me bi hev re pîroz kir."    Serîn, diyar kir ku gava bûye şaredarê Sûrê di sala 2000'î de ji bo pîrozkirina Newrozê serlêdan kirine û wê çaxê cara ewil "destûra" pîrozbahiyê hatibû dayîn û got: "Me pîrozbahiya herî mezin di sala 2000'î de kir. Pîrozbahiyek bihişmet bû. Cihekî 10 kîlometreyan dûrî nav bajêr (Navenda Fûar û Kongreyê) dan. Me got 'bila be.' Ew cih, cihê fûarê bû. Me qad tije kir. Her ku çû qelebalixtir bû. Wê demê mirovan hînb êtir xwe, gelê xwe û rêvebirên xwe nas kirin."    Serîn, anî ziman ku heya sala 2021'ê ji tu Newrozan nemaye û got: "Her cara Newroz tê kelecanî dibim. Niha jî kelecanî me." Serîn, destnîşan kir ku herî zêde Newroza 2013'an ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin, ew kelecanî kiriye û got: "Newroza herî bi kelecan Newroza ku nameya birêz Ocalan tê de hat xwendin, bû. Atmosfera aştiyê hebû. Her kes bi kelecan li bend daxuyaniyê wî bû. Bi milyonan kes li qadê bû. Lihevkomkirina ev qas mirovî karekî pri zehmet e. Li cîhanê tiştekî wiha pir kêm e. Daxwaza kurdan tu carî neguherî. Paş de gav neavêtin. Ji lewra têkoşîneke mafdar e têkoşîna wan."   BANGAWAZÎ   Serîn, ji bo Newroza îsal jî got: "Ez bi rêya we bang dikim; werin em aştiyê çêbikin. Bila Newroza îsal bibe 'Newroza Aştiyê'."    MIFTEYA AŞTIYÊ   Serîn, destnîşan kir ku dê di pîrozbahiyê îsal de jî doza azadiya fizîkî ya Ocalan û yekîtiya neteweyî bê kirin û got: "Heger li vî welatî doza ştiyê bê kirin, ew ancax bi Birêz Ocalan pêkan e. Aştî pir biqîmet e, şer rûxandin e. Ê aştî û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê ne Erdogan, Ocalan e. Ocalan, dê bi aştiyê vê yekê bike."    Serîn, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Newroz divê bibe munasebata yekîtiya kurdan jî û got: "Êdî kurd hebû dikarin bibin yek. Gel doza yekîtiyê dike."    MA / Ergîn Çaglar