Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin 2022-03-17 09:37:44   ŞIRNEX - Newroza ku wê îsal li her derê bê pîrozkirin xebatên wê benavber berdewam dikin. Welatiyên ku ji niha ve dest bi amadekariyan kirine wê qadên Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin.    Îsal wê Newroz li 72 navenda bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Newroza îsal a ku wê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd bê pîrozkirin, li her qadan agirê Newrozê geş dibe. Her sal bi rasthatina Newrozê re gel amadekariyên xwe dide destpêkirin. Yek ji van amadekariyan jî cilên netewî ku xelk di Newrozê de li xwe dike ye. Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê her sal ji bo pîrozbahiyên Newrozê ji kumaşên herî xweşik cil û bergên xwe yên netewî didin çêkirin. Ciwan cil û bergên nû didin çêkirin, extiyar jî ji bo Newrozê cil û bergên xwe yên ku qet di dolabên xwe de dernexistine û bikar neanîne derdixin. Yek ji van cihên ku herî zêde cilên netewî di pîrozbahiya Newrozê de tê lixwekirin jî navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye. Welatiyên ku 20 roj beriya pîrozbahiya Newrozê xebat û amadekariyên xwe dan destpêkirin, wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe yên herêmî bixemilînin.      20 ROJ BERIYA NEWROZÊ DEST BI AMADEKARIYÊN XWE DIKIN    Ji welatiyan Nesîbe Yaman (60) diyar kir ku ew her sal tevli pîrozbahiya Newrozê dibe û divê her kes bi wêrekî biherike qada Newrozê û wiha axivî: "Em her sal 20 roj beriya pîrozbahiya Newrozê amadekariyên xwe dikin. Kelacana wê 20 roj beriya wê dest pê dike. Em di destpêkê de cilên herî xweşik ji xwe re didin çêkirin. Pora xwe hine dikim. Dema ku em cilan çêdikin jî piranî yê ku xemla biharê temsîl dikin dibijêrin. Newroz ne tenê ya kurdan e. Newroz ya hemû gelên aştîxwaze. Newroz wateya aştiya gelan e. Em dixwazin ku her kes bê û em bi hev re bi kincên xwe yên herêmî Newroza xwe pîroz bikin. Bila tu kes netirse. Em ê bi kincên xwe biherikin qada Newrozê. Newroz roja hemû mirovahiyê ye. Ji ber wê jî em bang li her kesî dikin ku werin bi kincên xwe yên herî xweşik biharê pêşwazî bikin."    HER SAL BI KELECAN NEWROZÊ PÊŞWAZÎ DIKE    Abdulkerîm Alturk (78) jî anî ziman ku ew hatiye vî emrê xwe heta niha Newrozê bi kelecaneke mezin pêşwazî dike. Alturk destnîşan kir ku xwedî derketina Newrozê xwedî derketina azadiyê ye û wiha got: "Meha Adarê meha serhildanê ye. Ez hatime vî emrê xwe jî heta niha bi heman kelecanê Newrozê pîroz dikim. Kelecana min a li hemberî Newrozê tu caran kêm nebûye. Newroz serhildan û berxwedan e. Em Newrozê li hemû gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Newroz ji bo me tê wateya serhildanê, azadiyê û şoreşê. Newroz cejna biharê ye. Ji ber wê jî her sal 21'ê Adarê em Newroza xwe pêşwazî dikin. Lê weke Qilebanê em ê îsal Newroza xwe di 19'ê Adarê de pîroz dikin. Newroz ji gelê bindest re serhildan e. Ez her sal cil û bergên xwe yên kurdewarî amade dikim. Ji kumaşê herî xweşik şel û şepik çêdikin. Em van kincan di nava rojê de jî her roj li xwe dikin. Lê belê ji ber ku Newroz ji bo me girîng e em ji kumaşê herî xweşik çêdikin. Bila kes netirse. Tirs nema ye. Jiyan rojeke, yan jî saleke. Rojeke azad ji jiyaneke bi koletî çêtire. Tirs çiye? Wê êdî çi li me bikin? Ji xwe her tiştek hatiye serê me. Ma tiştek heye ku nehatiye serê me? Ji ber wê bila her kes 19'ê Adarê bê pîrozbahiya Newrozê."    MA / Zeynep Dûrgût