Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê 2022-03-17 11:34:06   AMED - Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku rêveberiyên girtîgehan di mijara binpêkirina mafan de hemû biryarên AYM’ê paşguh dikin û wiha got: “Tenê mafê geştê dikare li girtîgehê bê binpêkirin. Ji bilî vê nabe ku yek mafê girtiyan bê binpêkirin.”    Binpêkirinên weke lêgerîna tazî, astengkirina berdana girtiyan, tundiya fîzîkî û psîkolojîk, sirgûn, muayeneya bikelemçe, sînorkirina pirtûkan û astengkirina çalakiyên civakî yên li girtîgehan berdewam in. Li hêla din, girtiyên ku nexweşiyên wan giran jî nayên berdan. Gelek rêxistinên civaka sivîl û hiqûqê ji ber van binpêkirinan bang dikin lê belê ev bangên wan nayên guhdarîkirin. Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED DUHAD-FED) Yûsûf Çakas têkildarî binpêkirinên li girtîgehan bi ajansa me re axivî.    SEPANA LÊGERÎNA TAZÎ   Yûsûf Çakas, anî ziman ku divê sepanên li girtîgehan baş bên fêmkirin û rola li girtîgehan hatiye barkirin baş bê dîtin. Çakas, diyar kir ku hêj di ketina girtîgehê de binpêkirin dest pê dikin û wiha got: “Heke kesên ‘bişens’ hebin, di dema ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê nayê ferzkirin. Lê hemû girtiyên din rastî vê sepanê tên. Rayedar çi dibêjin bila bibêjin lê sepaneke bi vî rengî heye ku mirovan biçûk dixîne. Ewlekariyê jî weke hincet nîşan didin. Lêgerîna tazî, sepaneke rûmetşikandinê ye lewma nayê qebûlkirin. Girtiyên ku vê sepanê red dikin jî yan tên derbkirin an jî derheqê wan de lêpirsîn tê destpêkirin. Ev sepan, weke pêşwazîkirina ‘bixêrhatinê’ tê binavkirin.”    'TENÊ GEŞT DIKARE BÊ ASTENGKIRIN’    Di berdewamê de Çakas destnîşan kir ku di dema şewbê de binpêkirinên heyî zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Sepana karantînayê, yek ji van binpêkirinan e. Cihên karantînayê qirêjî ne û tu pêdiviyeke girtiyan nayê pêşwazîkirin. Her wiha dema wan dirêj e. Di girtîgehên Tîpa S girtî bi tena serê xwe tên ragirtin. Ev jî bes nake ku di her serdegirtinê de dest danin ser radyo, pirtûk, helbest û çîrokan. Derheqê we de lêpirsîn tê destpêkirin. Lê di girtîgehê de ji bilî mafê geştiyariyê, tu mafên din nikare bê binpêkirin.”    'GUH NADIN BIRYARÊN AYM’Ê’   Bi domdarî Çakas daxuyand ku rêveberiyên girtîgehan tevî biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) jî di kirinên xwe de israr dikin û ev agahî dan: “Girtî nikarin rojnameya kurdî wergirin, medyaya muxalîf bişopînin an jî kovarekî bistînin. Nikarin li gorî daxwaza xwe hevdîtinekê bikin. Pêvajoya ku em weke tecrîd û îzolasyonê binav dikin ji vir dest pê dike. Midûrekî girtîgehekê digot; ‘çima nayên girtin, ez jî nizanim.’ Ev yek bi tena serê xwe tiştekî tirsnak e. Dixwazin li girtîgehan mirovên yektîp ava bikin. Pergala wan li gorî vê armancê hatiye sazkirin.”    REWŞA GIRTÎGEHAN   Parêzer Çakas, diyar kir ku pêşîlêgirtina nexweşbûna girtiyan berpirsyariya dewletê ye û wiha got: “Ji ber ku qawîş baş nayên hewedarkirin, tav jê nagire, xwarin û vexwarina wan bi tendurist nîne û mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin. Ev jî rê li ber nexweşiyan vedikin. Dema girtiyên siyasî dişînin girtîgehê jî li ser dosyaya wan ‘teror’ dinivîsin. Girtî bi kelemçeyî û li gel cendirmeyan tên dermankirin lewma jî naxwazin tedawî bibin. Ev sepan, ne li gorî Qayîdeyên Mandela ye.”    ‘ZEXTA POŞMANTIYÊ LI GIRTIYAN DIKIN’   Çakas, anî ziman ku di demên dawî de bi destê Lijneyên Çavdêriya Îdarî nahêlin girtiyên cezayê wan xelas bûye bên berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zexta ‘poşmantiyê’ li girtiyan ferz dikin. Lewma jî mafê berdana bi şertê kontrola edlî hate binpêkirin. Bi lêgerîna tazî re dibêjin ‘bi xêr hatî’ û bi lijneya çavdêriyê re jî dibêjin; ‘nikarî derkevî.’ Gelek girtî hene ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ne. Zêdetirî 100 girtî jî tevî cezayên wan xelas bûye jî nayên berdan.”   JI BO GIRTIYAN BANGEWAZÎ   Çakas, bi bîr xist ku ji bo Halîl Guneş rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hatibû amadekirin lê Guneş piştre di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Çakas, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewceye hinek kes li dijî van binpêkirinan derkevin. Mirina Guneş, raporên ATK’ê dîsa kir mijara nîqaşê. Yên ku ji bo Mehmet Emîn Ozkan û Ramazan Ozyîgît rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ didin, gelo heke sibe du sibe tiştek bi serê van were dê berpirsyartiyê li xwe bigirin? Divê Qanûna Înfazê bê guherandin. Bi dehan kesan di van demên dawî de jiyana xwe ji dest dan. Lê binpêkirin û mirinên li girtîgehan bi xema wezaretê nîne. Divê ne dewlet lê jiyana mirovan û azadiya wan pîroz bê dîtin. Di şexsê hemû girtiyan de banga min bo hemû kesî ew e ku bibin aliyekî vê pêvajoyê. Bila van binpêkirinan bibînin û bibin dengê malbatên di Nobeta Edaletê de.”    MA / Mehmet Guleş