Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî 2022-03-17 11:43:43   AMED - Dadgehê ji ber xebatên komeleyê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Dayika Aştiyê Meryem Soylû ya 79 salî birî.    Dayika Aştiyê Meryem Soylû (79) ji lêpirsîna li ser Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî, Alîkarî û Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) tê darizandin. Di danişîna doza Soylû de biryar derket. Danişîna 4’emîn a doza Soylû ya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” negirtî dihat darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Soylû beşdar nebû û Muhîttîn Muguç di danişînê de amade bû.    XEBATÊN WÊ WEK ‘SÛC’ HAT DÎTIN    Şandeya dadgehê ya ku hatibû guhertin, zabitên danişîna berê xwend û danişînê dest pê kir. Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir. Dozger îdia kir ku Soylû ya endam û rêvebera MEBYA-DER’ê ye di nava xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku hatibû girtin de wek “kadro” xebitî ye. Her wiha dozger beşdariya Soylû ya şînên endamê PKK’ê û daxuyaniyan jî wek “sûc” dît. Dozger xwest ji ber sûcê “endamtiya rêxistinê” Soylû were cezakirin.    XEBATÊN WÊ AZADIYA DERBIRÎNÊ YE    Parêzer Muhîttîn Muguç îtîrazî mutalaya dozger kir û got tiştên ku dozger îdia dike tu delîlek wan di dosyeyê de nîne û tevlibûna daxuyaniyan a muwekîla wî di çarçoveya azadiya derbirînê de ye û xwest muwekîla wê were beraetkirin.    6 SAL Û 3 MEH CEZAYÊ HEPSÊ    Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi piraniya dengan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Soylû birî. Dadgeha ku ceza birî fermana girtinê neda û biryar da ku di nava hefteyekê de îtîrazî hukmê hatiye dayîn bê kirin.