TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê 2022-03-17 11:54:51 NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê di salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Tirkiyeyê Efrîn veguherandiye navenda çete û terorê. TEV-DEM’ê bang li hêzên navdewletî kir û xwest ku sûcên Tirkiyeyê yên li Efrînê şermezar bikin.    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi munasebeta 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji hêla Tirkiyeyê û komên girêdayî ve daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku binpêkirinên Tirkiyeyê şermezar bikin.    Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:    "Bi ser dagirkirina Efrînê ji hêla Tirkiye û komên çeteyên wê ve 4 sal derbas bûn. Ji bo xelkê herêmê bitirsînin, bi sedan komên çete yên ku navên tirsnak li xwe kiribûn, hatin ferzkirin. Ev yek jî yekser bi çavdêriya dewleta tirk hate kirin. Ji ber kurdbûna wan, her roj li dijî xelkê Efrînê sûcên derexlaqî tên kirin. Şert û mercên giran ên jiyanê tên ferzkirin, tevî mal û milkan çavkaniyên wan ên jiyanê jî têne desteserkirin. Di nava koçberî, îşkence, zor û zehmetiyan de gelo çi sûcê zarokên Efrînî heye? Civaka navneteweyî jî hovîtiya dewleta tirk ji nedîtî ve tê. Efrîn cihê herî ewle û aram bû, lê rê dan ku bê dagirkirin. Heman senaryo niha li Ûkraynayê jî dubare dibe.   NAVENDA ÇETE Û TERORÊ   Dagirkeran Efrîn kirin navenda leşkerîkirina çeteyan û terorê. Her roj mirov tên revandin, kuştin û mafên mirovan têne binpêkirin. Efrîn bi xweza û gelê xwe bûye dîlê komên çete û dewleta tirk. Ji bo guhertina demografyayê û bicihkirina çeteyên biyanî, li Tirkiyeyê bûdçeyeke mezin hate veteqandin ku baregehan ava bikin. Em vê yekê weke projeyeke tirk a li dijî îradeya gelên herêmê pênase dikin ku li ber teqînê ye.   Xelkê Efrînê ji bo parastina herêm, nirx û dîroka xwe ya çandî 58 rojan li ber xwe da. Li dijî teknîk û çekên pêşketî yên dewletên mezin, bi rengekî ku weke 'Berxwedana Serdemê' bê pênasekirin têkoşiyan. Ji bo tola têkçûna xwe hilînin, li gelê me ferz dikin ku di nava felaketên rêxistinbûyî de bijîn.   BANGEWAZÎ   Ya yekemîn li Efrînê bi komkujî, qirkirina etnîkî û girtinê mirinê yan jî teslîmiyetê li gel ferz dikin. Ya duyemîn jî li dijî koçberên li kampên li Şehbayê dikin. Ji polîtîkayên hikûmeta Şamê û bêdengiya navneteweyî sûdê werdigirin. Ev yek di heman demê de berpirsyariya hiqûqa li nava sîstema civakê ya navneteweyî kêm dike.   Em bang li raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin û zarokan dikin ku sûcên dewleta tirk şermezar bikin û li dijî dagirkeriyê tavilê helwestê nîşan bidin."